Rûsya wê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriye kêm bike

Rûsya, ragihand ku wê di pêvajoya pêşiya me de hejmara leşkerên artêşa xwe ya li Sûriye kêm bike.

Serfermandarê Giştî yê Rûsya Valerî Gerasîmov ê di civîna lûtkeya Sûriye ya li Soçî yê dewam dike de axivî, diyar kir ku wê hejmara leşkerên xwe yên ji sala 2015’an ve ji bo destekkirina Esad li welat hebûn, kêm bike.

Gerasîmov ê ji çapemeniyê re axiv, têkildarî wê çiqas leşker û kengê ev leşker vegerin, ti agahî parvenekir.

Serok Dewletê Rûsya Vîlademîr Pûtîn ê li roja Yekşemê li Sûçî yê li gel Serok Sûriye Beşar Esed civiya, herî dawî li gel Serokkomarên Tirkiye û Îranê re jî civiya. Pûtîn destnîşan kir ku li Sûriye pêvajoya leşkerî derbasî pêvajoya siyasî bûne.

Hejmara leşkerên Rûsya ya ji sala 2015’an ve şandî Sûriyeyê nayê zanîn. Lê beşekî girîng a van yekîneyan Di Adara 2016’an de bi hinceta ‘gihiştin hedefa xwe’ vekişiya bûn.