Rûsya: Tevî Çînê em li ser dermanekî dixebitin

Rûsyayê diyar kir ku li hemberî koronavîrusê ew tevî Çînê li ser dermanekî dixebitin.

Konsolosxaneya Rûsyayê ya li bajarê Cantona Çînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Pisporên ji Rûsya û Çînê dest bi amadekirina dermanekî kirine.”

Li gorî daxuyaniyên fermî li Rûsyayê ew rastî vîrusa koronavîrusê nehatine.

Li Çînê li gorî daneyên fermî nexweşên ji ber koronavîrusê bû 5 hezar û 974. Hate diyarkirin ku 132 kes jî ji ber vîrusê mirine.

Pisporê nexweşiyên hilmstendinê Zhong Nanshan diyar kir ku ev vîrus bi qasî hefteyek deh rojan wê zêde bibe û piştre dibe ku kêm bibe.

Lêkolînerên Enstîtuya Tendirustiyê ya Neteweyî ya Emerîkayê jî li hemberî vîrusê dest bi amadekirina derziyeke derman kirin.

Zanyarên Enstîtuta Doherty a Melboûrnê jî diyar kirin ku wan di şertên labaratûvarê de ev vîrus qelstir kirine û bal kişandin ser vî tiştî ku ev gaveke gelekî girîng e.