Rûsya balafirên şer li Kirimê bicih dike

Rûsya beriya sedsalê bi hinceta ku wê ji aliyê Ûkranyayê ve provakasyona were kirin biryar da ku bi dehan balafirên şer li Kirimê bicih bike.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê 10 balafirên şer ên Sukhoi SU-27 û SU-30 li Kirimê bicih bike. Hate diyar kirin ku wê balafir li îstasyona hewayî ya Belbek werin danîn.

Rûsya Kirîm a ku 60 sal e parçeyek ya Ûkranyayê bû di sala 2014’an de bi xwe ve girêda. Dawiya meha Mijdarê de Rûsyayê li Kendava Kerç dest danîbû li ser sê keştiyên leşkerî û aloziya di navbera herdu welatan de dîsan kurtir bû.

Qesra Kremlînê îro daxuyaniyek da û Ûkranya bi avakirina dêra netewa Ortodoks re sûcdar kir. Dêra Ortodosk a Ûkranyayê roja Şemiyê rêveberiyek nû diyar kir û têkiliya bi Moskovayê re qur kir. Di sala 1991’an de jî bi Yekîtiya Sovyetê re qutbûnek çêbûbû. Rûsya difikirie ku Ûkranya beriya sedsalê li pey provakasyonekê ye.