Rûsya leşkerên xwe yên li ser sînorê Ûkraynayê vedikişîne!

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû diyar kir ku wan biryar dane yekîneyên xwe yên leşkerî yên li ser sînorê Ûkraynayê vekişînin.

Şoygû daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Yekîneyan bi awayekî ewle kapasîteya pêkanîna parastinê bi cih anîn. Ji ber vê jî biryar dan ku li herêmên leşkerî yên li başûr û rojava çalakiyên xwe yên kontrolê bi dawî bikin.”

Şoygû diyar kir ku ev gava wan a leşkerî gihiştiye armanca xwe û piştî roja Înê wê yekîneyan vekişînin bendên mayînde.

Şoygû diyar kir ku leşkerên li Kirimê jî wê heta 1’ê Gulanê werin vekişandin.

Li gorî Wezareta Parastinê 10 hezar leşker, hêzên hewayî, 40 balefirên şer û pergala parastina hewayî tevlî vê çalakiya leşkerî bûne.

Rûsyayê di sê hefteyên dawîn de bi deh hezaran leşker li ser sînorê Ûkraynayê bi cih kiribû û di rojên dawîn de tatbîkatên xwe yên li Behra Reş û Kirimê jî zêdetir kiribû. Li gorî rêveberên welatên rojava 100 hezar leşker li ser sînor hatibûn bicihkirin.