Rûsya: Koreya Bakur amade ye ku bi DYA’yê re bide û bistîne
Rûsyayê diyar kir ji bo ku gelemşeya di navbeyna DYA’yê û Bakurê Sûriyê de çareser bibe ew amade ne ku bibin navbeynkar û got rêveberiya Pyongyangê ji danûstandinan re hazir e.
Rûsyayê diyar kir ji bo ku gelemşeya di navbeyna DYA’yê û Bakurê Sûriyê de çareser bibe ew amade ne ku bibin navbeynkar û got rêveberiya Pyongyangê ji danûstandinan re hazir e.
Piştî tetbîqeya leşkerî ya bi hevkariya DYA’yê û Koreya Başûr îdîa hatibû kirin ku Koreya Bakur gotiye hewldanên wiha şer ferz dike. Tetbîqet tê piştî wê demê ku Koreya Bakur heftiya bihurî ceribandina moşeke balîstîk a navbera parzemînî ya herî karîger ceribandibû.
Li ser vê gelemşeya ku hatî jiyîn Rûsyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew dikarin navbeyna wan de biçin û bên. Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got rêveberiya Koreya Bakur dixwaze rasterast bi DYA’yê re bide û bistîne.
Lavrov diyar kir rêveberiya Pyongyangê ‘mîsogeriya ewlehiyê’ xwestiye û banga danûstandinê li Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson kir.
Li gorî nûçeya ajansa Înterfaxê Lavrov bi cîvînên OECD yên li Viyanayê axiviye û diyar kiriye Rûsya hazir e ku destekê bide hewldanên bi vî rengî.
Ji ber sedema ku Koreya Bakur di vê sala dawî de gelek caran moşekên navbeyna parzemînî û çekên nukleer diceribîne rêveberiya Koreya Bakur û Amerîkayê li dijî hev daxuyaniyên pir tund didin. Her wiha ji hêla Serokê DYA’yê Donald Tûrmp û lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Un ve daxuyaniyên pir hişk ku digotin şer jî di nav de gelek vebijêr li ser masê ne, hatin dayin.