Rûsya jî bersiva bazirganî dide DYA’yê
DYA ku li dijî hemû cîhanê ‘şerê bazirganî’ ragihandî niha jî li ser mijara bacên gumrikê bi Rûsyayê re hate ber hev.
DYA ku li dijî hemû cîhanê ‘şerê bazirganî’ ragihandî niha jî li ser mijara bacên gumrikê bi Rûsyayê re hate ber hev.
Piştî ku Rûsyayê 2014’an Nîvgirava Ukraynayê dagir kir, biryarên pêkirinê yên DYA’yê yên li ser Rûsyayê didomin.
Li gel van pêkirinan Serokê DYA’yê Donald Trûmp hema hem ali ser hemû welatên cîhanê li ser pola û alumînyumê bacên gumrukê anîn û ev ê bandorê li Rûsya jî bike.
Piştî welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) û Çînê, Rûsya jî tevlî wan bû ku bersivê bide DYA’yê. Wezîrê Aboriyê yê Rûsyayê Maksîm Oreşkîn ji ajansana Tassê re axivî û ragihand li ser gelek berhemên ku ji DYA’yê tên, ew ê bacê zêde bikin.
Tenê bacê nayînin ser wan berhemên ku li Rûsyayê ‘alternatîfa wan tine’’. Ango li ser hemû berhemên ku ji DYA’yê tên û hevşibên wan li Rûsyayê hene wê bac were zêdekirin. Wezîr bi berfirehî diyar nekir bê ka wê çiqas bacê bînin ser kîjan berheman.