Rûsya: Divê Şam bi Kurdan re diyalogê deyne

Rûsya ya ku beriya dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê qada hewayî vekiribû, vê carê bêdengiya xwe şikand. Wezîrê Karê Derve Lavrov got “Divê hikumeta Şamê diyalogê bi Kurdan re deyne.”

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî hevdîtina bi Wezîrê Karê Derve yê Slovenyayê Karl Erjavec li ser Efrînê daxuyanî da.

Lavrov got ku, “Divê hikumeta Sûriyeyê li  her axa xwe li gorî rêgeza desthilatdariyê tevbigere. Divê Kurd jî tê de, diyalogê bi hemû çîn û gelan deyne. Divê her kes diyaloga bi hikumeta Sûriyeyê qebûl bike. Krîz bi diyalogan tê çareserkirin.”

RÊYA ŞAMÊ DA BER ENQEREYÊ

Lavrov rojek berê jî rêya Şamê dabû ber Enqereyê û gotibû, “Berjewendiyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, bi diyaloga bi Şamê re dikare were parastin.” Lavrov diyar kiribû ku ew fikarên Tirkiyeyê û xwestekên Kurdan fêm dikin.

Hêzên Kurdan jî ji ber ku Rûsyayê qada hewayî ji Tirkiyeyê vekir, Rûsyayê wekî berpirsê vê dagirkeriyê dibînin.

KURD: GELEK MESELE HENE KU DIVÊ EM BI ŞAMÊ RE BIAXIVIN

Endamê Konseya Rêvebir ê TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd jî daxuyaniyek dabû ANF’ê û diyar kiribû ku hatina hêzên rejîma Sûriyeyê gaveke erênî û meşrû ye û gotibû, “Li gorî me hatina hêzên rejîma Sûriyeyê gaveke meşrû û erênî ye. Ji ber ku Efrîn parçeyekî Sûriyeyê ye. Sînorên Efrînê, sînorên Sûriyeyê ye jî û divê bi awayekî hevpar were parastin. Vê peywira li dijî dagirkeriyê bi qasî ku peywira me ya, ya artêşa Sûriyeyê ye jî.”

‘WÊ DI NAVBERA RÛSYA Û TIRKIYEYÊ DE NAKOKÎ ÇÊBIBIN’

Çiya Kurd di dûmahîka axaftina xwe de gotibû ku, “Gele hêz ji vê hatinê ne kêfxweş in. Armanca Rûsyayê ev e ku Tirkiyeyê li ba xwe bigire û wê jî NATO’yê derxîne. Hin peymanên wan ên bazirganiyê jî heye. Hin tavîzên Tirkiyeyê hene. Lê em dizanin ku wê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê nakokî çêbibin.”

‘DYA ÇAVÊ XWE JI DAGIRKERIYÊ RE GIRTIYE’

Çiya Kurd ji helwesta DYA’yê jî gotibû ku, “DYA jî çavê xwe ji vê dagirkeriyê re girtiye. Di navbera DYA û Sûriyeyê de peymanek heye. Kî li ku xurt be, gotina wî derbas dibe. Ev jî wekî rojhilat û rojavayê Firatê diyar kirine. DYA çavê xwe ji xebatên Rûsyayê yên li rojavayê Firatê girtiye, Rûsyayê jî çavê xwe ji xebatên DYA’yê yên li Rojhilatê Firatê girtiye.

Me bi DYA û koalîsyonê re, li ser Efrînê nêzî 10 civîn li dar xist. Lê encamek bi dest neket. Vê heza ku li hemberî DAÎŞ’ê bi we re xebitîne, bi awayekî samîmî ew nêzî me nabin. Nabe ku aliyek bijî û aliyê din bimire. Divê DYA û Rûsya vê siyaseta xwe ji ber çavan derbas bikin”