Rûsya dest bi hevdîtinên navbeynkariya DYA û Koreya Bakur kir

Rûsya ragihand, ji ber nakokiyên ceribandina nukleer û fuzeyan ên di navbera DYA û Koreya Bakur de derketibûn, dest bi hevdîtinên navbeynkariyê kiriye.

Di daxuyaniya li Qesra Kremlîn hate kirin de, hate destnîşankirin ku Rûsya di rola navbeynkariya ji bo bidawîkirina nakokiyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Koreya Bakur a ji ber ceribandinên nukleer û fuzeyan de derketibû, bi biryare.

Di daxuyaniya berdevkê Kremlînê hate kirin de jî, Rûsya ji bo dawîkirina nakokiyên her ku diçe mezin û bilind dibe, kêm bike amade ye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bi armanca destpêkirina muzakereyan hevdîtin bi rêveberên her du welatan re pêk aniye.

Niyeta ku wê Rûsya navbeynkariyê di navbera her du welatan de bike hefteya borî hatibû ragihandin. Serokê DYA’yê Donald Trûmp ê bi hinceta Koreya Bakur xwedî bernameyên nukleer in û ceribandinên fuzeyên navbera parzemînan ku serikên nûklere pêve hatine girêdan, anîbû ziman ku wê vî welatî ‘Tine bikin’. Lîderê Koreya Bakur Kîm Yong Ûn ê bi heman hêrsê bersiva Trûmp da, gefa wê li DYA’ê bixe dabû.

Herî dawî dawiya hefteya borî di Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) de, Çîn jî di nav de bi dengdana hemû nedaman li dijî Koreya Bakur pêkanînên aborî hate erêkirin. Ji sala 2006’an a dest bi bernameyên fuze û nuklerê hatî kirin û vir ve li dijî Koreya Bakur 10 pêşnûmeyên pêkanînan hate erêkirin.