Rûsya bû duyemîn hilberînerê herî mezin ê çekan

Rûsya, di rêza sala 2017'an a hilberînerên çekan de piştî DYA'yê cihê xwe di rêza duyemîn de girt. Heta niha Îngilîstan di rêza duyemîn de bû.

Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (Sîprî), rapora we ya li ser biçekbûnê ya sala 2017'an eşkere kir.

Lêkolînerê Sîprî Sîemon Wezeman daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Şîrketên Rûs ji sala 2011'an û vir ve di firotina çekan de mezin dibin."

Endustriya biçekbûnê ya Rûs, di mijara firotina çekan de, di nava sed hilberînerên mezin ên cîhanê yên sala 2017'an de rêjeya 9.5 ji sedî temsîl dikin. Endustriya çekan a Rûs li gorî sala 2016'an bi rêjeya 8.5 ji sedî mezin bû û di asta 37.7 milyar dolarî de kar kir.

Rûsyayê meha Îlonê di dîroka Rojhilata Dûr de mezintirîn tetbîqata leşkerî kiribû. NATO'yê ev tetbîqat weke dubarebûna çerekî mezin bi nav kiribû.

Hilberîna çekan li cîhanê sala 2017'an zêde bû. Sê salên dawî li ser hev zêde dibe. Li gorî Sîprî, 100  hilberînerên çekan ên herî mezin, bi rêjeya 2.5 ji sedî li xwe zêde kir û 398.2 milyar dolarî çek firot.

'EM LI BENDA REWŞEKE WIHA BÛN'

Midûra Sîprî Aûde Fleûrant got, "Ev rewş ji bo me ne tiştekî ku em ne li bendê bûn." Fleûrant bi dewamî got, "Gelek welatan salên dawî sîstema xwe ya çekan modernîze kirin. Ev pêvajo ji zûdeyî hatibû plankirin û li demeke dirêj belav bûye."

Li gel vê yekê, alozî û şerê li hin welat û herêman bû sedem ku daxawza ji bo sîstema hîn modern zêde bibe. Li gorî Fleûrant, DYA'yê ji welatên NATO'yê xwest ku lêçûnên xwe yên ji bo parastinê zêde bikin, lê ev daxwaz hîn bi berbiçavî bi cih nehatiye anîn.

BAZARA ÇEKAN DI DESTÊ DYA'YÊ DE YE

Dema ku mirov bala xwe didin ser detayên raporê, tê dîtin ku şîrketên Amerîkayê bi tena serê xwe 57 ji sedî yê bazara çekan temsîl dikin. Rûsya bi rêzeke din bilind bû û bi rêjeya 9.5'an li pey DYA'yê tê. Ji sala 2002'an ve şîrketên çekan ên Îngilîz di rêza duyemîn de bûn. Niha jî bi rêjeya 9 ji sedî daketin rêza sêyemîn. Fransa di nava bazara çekan de bi rêjeya 5.4 ji sedî cihê xwe di rêza çaremîn de girt.