NÛ BÛ-Rûsya 60 herêmên Îdlîbê bomberdûman kir

Hate ragihandin ku balefirên Rûsyayê  vê Şemiyê herêma Îdlîbê bomberdûman kir.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê balefirên Rûsya başûr û rojhilatê başûrê Îdlîbê bi qasî 3 saetan 60 dever bomberdûman kir. Hate ragihandin ku topbarana hêzên rejîma Sûriyeyê jî dewam dikin.

Têkildarî encamên êrîşên hewayî tiştek nehate bidestxistin. Ev êrîş piştî civîna Tirkiye, Rûsya û Îranê ya li Tehranê pêk hat.