Ji bo Îdlîbê dem ber bi dawiyê ve diçe

Piştî ku civîna li Tehranê ya ku Tirkiye, Rûsya û Îran tevlê bûbûn û civîn bi ser neket, ji bo Îdlîbê dem êdî ber bi dawiyê ve diçe.

Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan roja Înê ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyeyê li Tehranê kom bûn.

Erdogan berdevkiya çeteyan kir û xwest bila ‘agirbest were kirin’ û ‘çete werin tehliyekirin.’ Ev gotinên Erdogan bi cih nehatin. Roja ku ev civîn pêk hat, balefirên Rûsyayê li çeperên Hayat Tahrîr El Şam a ku Nûsrayê ew ava kiribû û li yên Ahrar El Şamê da yên ku Enqereyê yekser alîkarî dida wan.

Sûriye ya ku Îran û Rûsya piştgiriya wê dike, ji bo operasyona ku li ber destpêkirinê ye, hêzên xwe li wê derê kom dike.

Piştî roja Pênçşemê derketina sivîlan a ji herêmê zêdetir bû.

Îdlîb a ku di sala 2015’an de komên çekdar ew dagir kiribû, îro herêma herî mezin e ya ku di destê çeteyan de ye. Bi deh hezaran çeteyên çekdar û bi milyonan gelên sivîl li herêmê dijîn. Li wan herêman ên ku berê rejîma Sûriyeyê xistibû bin kontrola xwe, çete û malbatên wan şandibûn Îdlîbê.

Beriya civîna li Tehranê û beriya civîna Konseya Ewlekariyêya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Îdlîbê, balefirên Rûsyayê li Îdlîb dan. Ev jî tê wateya ku ew ê operasyon were kirin.

Di civîna li Tehranê de Erdogan israr kir ku bila agirbest were kirin lê Pûtîn diyar kir ku ‘nûnerên komên çekdar niha ne li vir in’ ev pêşniyaz red kir.

Pûtîn diyar kir ku mafê hikumeta Sûriyeyê ye ku Îdlîbê têxe bin kontrola xwe. Pûtîn bal kişand ser vî tiştî ku ji bo îstîkrara li herêma Îdlîbê ew li ser pêşniyazên berbiçav nîqaşan dikin û ev tevdîr ji bo peymanê firsendekê dide diyalogê. Ev daxuyanî peyamê dide komên ku dixwazin çekên xwe radest bikin.

Nûnerê Neteweya Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra jî li New Yorkê di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de jî axivî û got ku, “Ji bo parastina sivîlan divê tevdîrên berbiçav werin kirin. Ji bo tehliyeyê li rojhilat, bakur û başûr li her aliyî ji bo ku sivîl karibin derkevin divê rê werin vekirin.”