Rûsya berpirsyariya xwe ya têkildarî bûyerên li Qerebaxê red dike

Berdevkê Serokê Dewleta Rûsyayê Dmîtrî Peskov bersiva rexneyên Ermenistanê da. Peskov berpirsyariya hêza aştiyê ya Rûs a têkildarî bûyerên qewimî, red kir.

Berdevkê Kremlîn Dmîtrî Peskov daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Em li dijî wê yekê ne ku aliyê Rûs û hêza aştiyê ya Rûs ku li Qerebaxê qehremantî raber kir, berpirsyar bên dîtin.”

Peskov red kir ku kêmahî çêbûne û got: “Ermenistan hevalbendê me ye, hîn jî hikumet û gelê wê nêzî me ye."

Peskov got ku diyaloga di navbera Moskow û Erîvanê de di astên dîplomatîk ên cur be cur de ye û bi taybetî di van demên zehmet de dewam dike.

Berdevkê Pûtîn diyar kir ku ew ê wezîfeyên xwe bi cih bînin ku di serî rêz ji mafên gelê Qerebaxê re were nîşakirin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan roja Yekşemê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku tifaqên welatê wî yên heyî, bê bandor in. Paşinyan got: “Ermenistanê ti carî dest ji berpirsyariyên xwe bernedaye yan jî xiyanet li mutefikên xwe nekiriye.”

Ev demek e Ermenistanê rexneyên xwe yên li ser Moskowê zêde kiriye. Bi taybetî jî têkildarî krîza Qerebaxê rexneyên cidî hene ku hêza aştiyê ya Rûsyayê ev rolê xwe baş ne lîstiye.