Rûsya, Îran û Tirkiye wê li Cenevreyê bicivin

Erkdarê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra, anî ziman ku roja Sêşemê li Cenevreyê bi tevlîbûna wezîrên karê derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê wê civînek bê lidarxistin.

Li bendê ye ku Staffan de Mîstûra heta dawiya salê dawî li erka xwe bîne. Her wiha civîna roja Sêşemê tê payîn ku civîna wî ya dawî be.

Her weha civîn tê wateya hewldana dawî ya Mîstûra ya destûra bingehîn a nû ya ji bo Sûriyeyê jî.

Berdevkê Wezrareta Karê Derve yê Rûsyayê, piştrast kir ku wê Wezîr Sergey Lavrov tevlî civînê bibe.

Çavkaniyeke ku ji Wezareta Karê Derve yê Tirk ku ji AFP’ê re axivî, ragihand ku wê Mevlut Çawîşoglû jî tevlî civînê bibe, daxuyaniyek dişibe vê jî ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Îranê ve jî hate kirin.

Agahiyê hê berfirehtir ku kesên tevlî civîna NY’yê bibin nehate parvekirin.

Civîna ku roja Sêşemê bê kirin bi rasthatina êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Rojava re bal kişand.