Rûhanî: Divê berpirsyarên felaketa balafirê hemû bên cezakirin

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî xwest, berpirsyarên xistina balafira rêwiyan a Ûkraynayê hemû bên cezakirin.

Rûhanî li qenaleke televîzyonê axivî û destnîşan kir ku ji bo gelê Îranê, her kesên ji vê qezayê berpirsyar in divê bên darizandin. Serokkomarê Îranê got, "Her kesên divê bên cezakirin wê bên cezakirin."

Di 8'ê Çileyê de dema ku Îranê bi fuzeyan êriş bir ser baregehên Emerîkî yên li Iraqê, balafireke rêwiyan a Ûkraynayê ya bi tîpa Boeîng ku ji Tehranê rabû ketibû xwarê. Artêşa Îranê li xwe mikur hat ku wan 'bi şaşitî' balafir xistine. Rayedarên Îranê berê îdîa dikirin ku berpirsyariya wan di bûyerê de nîne.

Lê belê piştî ku Kanada û Îngilistanê ragihandin ku balafir bi fuzeya Îranê hatiye xistin, rejîma Îranê qebûl kir ku wan balafir xistine. Piraniya 176 kesên di qezayê de mirin welatiyên Îran û Kanadayê bûn. Piştî mikurhatina artêşa Îranê li gelek bajarên Îranê xwepêşandanên protestoyî dest pê kirin.