Rûhanî çawa ku hate hilbijartin DYA'yê zext zêde kir!

Piştî ku Hasan Rûhanî di hilbijartinên Îranê de cara duyemîn bû Serokkomar, lîderên Ewropî Rûhanî slav kirin. Serokê DYA'yê Trûmp jî heman rojê bi Siûdiyan re li dijî Îranê peymana çekan danî.

Hasan Rûhanî di hilbijartina 20’ê Gulanê de bi dengekî zêde da pêşiya hevrikê xwe Îbrahîm Reîsî. Rûhanî 57 ji 100’ê dengan, Reîsî jî 38 ji 100’ê dengan stand.

DESTEKA JI BO PÊŞÎLÊVEKIRINÊ YE?

Çapemeniya Rojavayî serketina Rûhanî bi rengê desteka 'li polîtîkaya pêşîlêvekirina li dinyayê û domdariya reforman' şîrove kir.

Rûhanî jî daxuyaniyeke bi vî rengî da. Rûhanî yê ku cara duyemîn bû Serokkomar got, "Îro gelê Îranê ji radîkaliyê dûr, rêya lihevkirina bi dinyayê re hilbijart."

Li gorî muxalîfan windakirina Reîsî ku nêzî lîderê dînî Ayetullah Hamaney e, wê şerê desthilatdariyê girantir bike.

KÊŞEYÊN KU LI BENDA RÛHANÎ NE

Hamaney di daxuyaniya pêşî de xwest ku Rûhanî û hikûmeta nû, "tebeqeyên hejar, qadên bejahiyê, têkoşîna dijî gendeliyê û hejariyê" bide ber xwe.

Li ber siha têkoşîna desthilatdariyê ya rêveberên dewletê helwesteke mezin a civakî heye. Li gorî daneyên fermî 12,5 ji 100’î yê gel bê kar e. Di nav ciwanan de ev rêje dibe 30. Tê gotin rêjeya rastî pir zêdetir e. Her sal 600 hezar kesên ku dîplomaya nû distînin, xwendekarên perwerdehiya bilind bê kar dimînin. Nêzî 3,4 û 4 milyon kes ne xwediyê karekî ne. Neheqiya sosyal pir zêde dibe. Dewlemend zêdetir dewlemend û hejar jî zêdetir hejar dibin. Di mijara azadiyan de ti başbûn nîn e. Nasnameyên dînî û etknîk, mirovên ku xwedî ramanên cihê ne li zilmê rast tên. Organên medyayê yên mezin di destê mihefezakaran de ye.

Rûhanî 2015’an bi hêzên mezin re li ser bernameya nukleerê peyman danî lê vê peymanê li ser jiyana civakî ya navxweyî bandoreke erênî nîşan neda. Desthilatdariyên Rojavayî jî ji ber van têkiliyên berjewendiyê ji bo binpêkirina mafê mirovan a li hundir bêdengbûnê tercîh dikin.

Rûhanî dibêje ji bilî dankirinên ku têkiliya xwe bi bernameyên nukleerî re nîn e jî, ji bo ku werin rakirin wê muzakereyan bike. Ji niha ve gelek welat zor êli hin dankirinan dike û bi Îranê re bi taybetî di mijarên peyrol û gazê de hevkariyê dikin. Di nav van welatan de ku bi taybetî hevkariyê dike Fransa heye.

YE, RÛSYA Û SÛRIYÊ SLAV KIR

Helwesta pêşî di qada navdewletî de weke ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ne negatîf bû. Yekîtiya Ewropa ji bo berdewamkirina polîtîkaya ku weke 'pêşîlêvekirinê' dibîne, daxuyaniyên teşwîqkirinê da. Nûnera Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federîca Mogherînî got, "Îranî bi xwestekeke zêde xwe tevlî jiyana siyasî ya welatê xwe kirin" û Rûhanî pîroz kir. Mogherînî soz da ku peymana nukleerî ya 2015’an pêk were.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron Rûhanî slav kir û diyar kir ew ê pêkanîna bernamaya nukleerî bişopînin.

Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn ku hevalbendê sereke yê Îranê ye, bi taybetî jî di mijara Sûriyê de, diyar kir ku hevkariya Îran-Rûsyayê wê berdewam bike. Pûtîn diyar kir ku ev hevkarî ji bo aramî û ewlehiya Rojhilata Navîn û Dinyayê girîng e. Serokdewletê Sûriyê Başar El Esad jî gotinên mîna yên Pûtîn bi kar anî. Esad got divê li herêmê ewlehî û aramî were xurtkirin.

DYA'YÊ PÎROZ NEKIR, SÛCDAR KIR

Daxuyanî û pêngava ku ji DYA'yê hatî hişk bû. Serokdewletê DYA'yê Donald Trûmp di heman roja ku li Îranê hilbijartin bû, serdena xwe ya pêşî li Erebîstana Siûdî kir. Siûdî û DYE Îranê weke ‘dijminê hevpar’ bi nav dikin. Trûmp bi Kral Salman re peymaneke 380 milyar dolarî danî. Ji vê 110 milyar dolar bi firotina çekan re têkildar e. Di daxuyaniya têkildarî peymana çekan de hate gotin ev destek li dijî gefa Îranê ye.

Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Rex Tîllerson piştî hilbijartina Îranê daxuyanî da ji Îranê xwest ku "tora terorê tasfîye bike." Tîllerson got, "Hêvî dikim ku Rûhanî wê angajeyî pêvajoya tasfiyekirina tora terorê bibe û dawî li ceribandinên moşekên balîstîk bîne."