Rûhanî bi darvekirinê dest bi kar kir

Hat ragihandin ku li girtîgehên bajarên cûda yên Îranê, 8 girtî hatine darvekirin.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ku peyamên manedar dida Rojava, piştî ku cara 2’an hate hilbijartin ji politîkayên xwe yên darvekirin û zextan ji cihê mayî berdewam dike.

Li gorî nûçeya ku li malpera rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê, 5 girtiyên ku li Girtîgeha Tebrîzê bi îddaya 'cînayetê' roja 23'ê Gulanê hatine darvekirin. Hat diyarkirn ku darvekirin li qawîşa 9'an a Girtîgeha Tebrîzê pêk hatiye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin navê 3'ê kesên hatine darvekirin wiha ne; "Kazim Heccacî yê ku ev 3 sal e li girtîgehê de ye û qeyda wî li bajarê Meraxe ye. Sayîd Alî Mûsevî yê ku ji qeyda wî ji bajarê Merend û ev 4 sal e di girtîgehê de ye. Cabirî Fehrî yê ku qeyda wî li bajarê Şebîster e yê ku 9 sal in di girtîgehê de ye."

Li aliyê din hinek dezgehên çapemeniyê ragihandin ku Dawûd Hemberd yê li Girtîgeha Ardebîl, Abdûlkerîn Şehnevazî yê li Eyaleta Belûcîstan di girtîgehê de û ciwanê Kurd yê bi navê Mêhrdad Eskerî yê li Eyaleta Kirmanşah hatine darvekirin. Lê ev agahî nehatiye zelalkirin.

JI SERÊ SALÊ Û PÊVE HERÎ KÊM 236 DARVEKIRIN

Li gorî çavkaniyên mûxalif yên Îranê, rejîma Îranê tenê di meha Gulanê de herî kêm 16 kes darve kiriye. Di meha Çilê de 95, di Sibatê de 52, di Adarê de 45 û di Nîsanê de 28 bidarvekirin derbasî qeydan bûne. Di sala 2016'an de herî kêm 553 kes, di 2015'an de 966 kes hatibûn darvekirin. Rûhanî yê ku cara 2’emîn  Serokkomar hate hilbijartin di dema wî de nêzîkî 3 hezar kes hatine bidarvekirin.

CEZAYÊ 74 QEMÇÎ Û ŞUŞTINA MIRIYAN DAN JINEKÊ

Ji xeynî vê Dadgeha Cezayan a Tehranê bi sedema têkiliyeke “derveyî qanûnan” daniye, cezayê 74 qemçiyan dan jinekê û wê ev jin du salan li morgê miriyan bişo. Jina ciwan li ser gilîkirina hevserê xwe di 16’ê Sibatê de hatibû binçavkirin û girtin.

NIFÛSA GIRTÎGEHA JI SEDÎ 333 ZÊDE BÛ

Nifûsa girtîgehên Îranê roj bi roj zêde dibe û girtî rastî zext û zorên dermirovî dibin. Serokê rêxistina girtîgehê Aşgar Jahangir, diyar kir ku ji 100 girtiyan 70 jê temenê wan biniya 40’î ne. Li gorî çavkaniyên mûxalîf di 30 salên dawîn de nifûsa welat ji sedî 66, ya girtiyan jî ji sedî 333 zêde bûye.