Rûhanî bang li artêşê kir ku lêborînê bixwaze

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî têkildarî karesata balafirê ya ku 176 kesî jiyana xwe ji dest dan, bang li hêzên çekdar kir ku lêborînê bixwaze.

Rûhanî ji televîzyona dewletê re axivî û têkildarî balafira rêwiyan a 8'ê Çileyê ji aliyê artêşa Îranê ve bi 'şaşitî' hate xistin, banga 'yekîtiya neteweyî' kir.

Rûhanî got, "Mirov dixwazin pê bawer bin ku rayedar wan ji dil, durust û pêbawer binirxîne."

Serokkomarê Îranê bang li hêzên çekdar kir ku lêborînê bixwaze, ji bo mirov fêhm bikin ku naxwazin tiştekî veşêrin û ya qewimiye ji gel re eşkere bike.

Hikumeta Îranê ragihand ku du roj piştî xistina balafirê di 10'ê Çileyê de roja Înê hêzên çekdar ew der barê mijarê agahdar kirin.

Rûhanî got, "Eger pirsgirêkek di demê de rû da be (parvekirina agahiyan) hingî bila lêborînê bixwazin."

Rûhanî xwest, di bin sîwana sîstema siyasî ya Îranê de bûyera balafirê bi "biryareke mezin" bi encam bibe û got, "Û biryarên bi vî rengî yên mezin, lihevkirina neteweyî ye."