Rûhanî: Îran naxwaze li dijî ti welatî şer bike

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir, welatê wan naxwaze li dijî ti welatî şer bike.

Daxuyaniya Rûhanî di televîzyona neteweyî ya Îranê de hate weşandin. Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî got, "Îran naxwaze li dijî ti welatî şer bike."

Rûhanî diyar kir, "Yên derketine hemberî me komeke rêveberên xwedî tecrûbeyên biçûk e" û got, "Tevî hemû hewldanên Emerîkiyan ên li herêmê û nêta wan a ji bo birîna têkiliyên Îranê bi tevahiya dinyayê re, bi ser neketin."

Li Kendava Ûmmanê piştî êrîşa 13'ê Hezîranê ya li dijî du keştiyan, fikara der barê şerekî gengaz ê navbera Îranê û DYE'yê zêde bû.

Rêveberiya DYE'yê ji êrîşa dijî keştiyên petrolê Îranê berpirsyar dibîne. Îran jî sûcdariyan red dike.

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Patrick Shahanan Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku li dijî gefên Îranê wan biryar dane hezar leşkerên din bişînin Rojhilata Navîn.