Roket avêtin başûrê Îsraîlê

Hate ragihandin ku ji Şerîda Xezzayê roket avêtine başûrê Îsraîlê.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê li dijî gelek tesîsên li Îsraîlê êrîş hatine kirin û bi giştî 25 roket hatine avêtin. Hate diyarkirin ku gelek roket ji aliyê pergala parastina hewayî ya Îsraîlê hatine astengkirin. Polîsên Îsraîlê diyar kirin ku roket li eraziyê ketine û tu kes birîndar nebûne.

Rojek berê Filîstiniyek dema nêzî sînorê Şerîda Xezzayê û Îsraîlê bû, ji aliyê leşkerên Îsraîlê hatibû kuştin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku vî kesê ji Filîstînê ji bo êrîşê nêzî sînor bûye.

Roja Yekşemê tankeke Îsraîlê çeperên Cîhada Îslamî kiribû hedef a ku di nav tifaqa Hamasê de ye. Di êrîşê de 3 endamên Cîhada Îslamî hatibûn kuştin.

Ji sala 2008’an û vir ve di navbera Îsraîl û Hamasê de 3 caran şer çêbû. Ji sala 2014’an û vir ve jî di navbera wan de agirbest heye. Lê Îsraîl êrîş û gefên li dijî sînorê xwe dike hincet û êrîşên sîstematîk dike.

Di meha Gulanê de agirbest dikira betal bûbûya. Di Gulanê de Filîstînî ji bo ku karibin vegerin warê xwe û ablûkaya Îsraîlê were rakirin xwepêşandan hatin kirin. Xwepêşandan di 14’ê Gulanê de li dijî biryara ku DYA xwest li Qudûsê balyozxaneyê veke, bû protesto. Li ser sînor leşkerên Îsraîlê gule li çalakvanan reşand û bi kêmanî 121 mirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.