Edîtorê kovara Le Point Franz-Oliver-Giesbert ji radyoya Europe 1 re axivî û di nivîsa xwe ya hefteya derbasbûyî de bi sernavê ‘medyayên herî ehmeq yên cîhanê’ bal kişandibû ser rojnamevaniya girseyî.
ERDOĞAN QASÎ ESAD QESAP E
Giesbert bal kişand li ser rewşa medyaya li Tirkiyeyê û wiha got; “Erdogan jî qasî Beşar El Esad qesap e. Medya tenê qala Rojhilatê Gûtayê dike, li vir mafdar in ji ber ku Esad bi xwe di rastiyê de li dijî Îslam û serhildêran binpêkirinan dike. Kesek qala vê nake lê ev rastiye ke. Di heman demê de li Sûriyeyê qala bombebaran Tirk a li ser Kurdan ya li Efrînê nayê kirin.”