Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêmên nû yên Şerîda Xezeyê operasyonên xwe berfireh dike.
Artêşê diyar kir ku roja Şemiyê li herêmên Cîbaliye û Zeytûnê yên li bakurê herêmê operasyon kiriye.
WHO: NEXWEŞXANEYA EL ŞÎFA BÛYE 'HERÊMA MIRINÊ'
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) roja Şemiyê ragihand ku şandeyek şandiye nexweşxaneya El Şîfa ya li Xezeyê û diyar kir ku ji bo valakirina saziyê ku weke 'herêma mirinê' pênase kir, li ser planekê dixebitin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "WHO û hevkarên wê li ser planekê dixebitin ku nexweşên mayî, personel û malbatên wan bi lez bêne veguhastin." WHO'yê diyar kir ku heta roja Şemiyê li nexweşxaneyê 291 nexweş û 25 xebatkarên tenduristiyê hebûn.
HETA NIHA 12 HEZAR Û 300 KES HATINE KUŞTIN
Hikumeta Hamasê êvara Şemiyê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di bombardûmana Îsraîlê de 12 hezar û 300 Fîlîstînî hatine kuştin ku zêdeyî 5 hezar ji wan zarok bûn.
JI SÊ PARAN DU PARÊN NIFÛSA HERÊMÊ JI CIH Û WARÊ XWE BÛN
Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji sê paran du parên nifûsa 2,4 milyon mirovên li Şerîda Xezeyê ji ber şer ji cih û warê xwe bûne.
QESRA SPÎ: EM HÎN NEGIHÎŞTIN LIHEVKIRINÊ
Di daxuyaniya Qesra Spî de ya roja Şemiyê hate kirin, hate ragihandin ku ji bo berdana dîlgirtiyan û navberdayina li şer, li ser lihevkirinekê dixebitin.
Berdevka Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî Adrîenne Watson li ser X'ê peyamek weşand û got, "Em hîn negihaştine lihevkirinekê, lê belê ji bo vê yekê gelekî dixebitin."
BÎDEN XWEST XEZE Û ŞERÎ ROJAVA BIBIN YEK
Serokê DYE'yê Joe Bîden jî di gotareke xwe de ya li Washîngton Postê hate weşandin, bang kir ku Şerîa Rojava û Şerîda Xezeyê paşerojê ji bo 'Rêveberiyeke Fîlîstînê ya jinûve geşbûyî' bibin yek.
NETANYAHÛ DIXWAZE LI GORÎ XWE FÎLÎSTÎNÊ DÎZAYN BIKE
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî di civîneke çapemeniyê de got, "Rêveberiya Fîlîstînê di rewşa heyî de nikare bi berpirsyariya Xezeyê rabe."
Netanyahû got, "Li Xezeyê nabe ku otorîteyeke sivîl hebe ya ku piştgiriyê dide terorîzmê."
ENIYA LUBNANÊ
Li sînorê Lubnanê jî bombardûman dewam dike. Li gorî nûçeya rojnameya Haaretzê artêşa Îsraîlê roja Yekşemê êrîş bir ser hedefên Hîzbûllahê yên li Lubnanê. Li gorî artêşa Îsraîlê serê sibehê ji sînorê Lubnanê bi dehan topên hawanê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.