Riyadê li dijî Îranê banga ‘’têkoşînê’’ li welatên Ereb kir

Wezîrê Navxweyê Siûdî Abdul Azîz Bîn Suud bang li welatên Ereb kir ku ‘li dijî talokeya’ Îranê têbikoşin.

Wezîrê Navxwe yê Siûdî Abdul Azîz Suud li dijî Tehranê xwest ku ‘biryarên tund’ were standin.

Suud di Kombûna 35’an a Konseya Wezîrên Navxwe yê Ereb de axivî û got, ‘’Bûyerên ku li pey hev dijîn yekîtiya dinyaya Ereb û aramiya wê dike hedef.’’

Suud got ‘divê em bi hev re li dij vê têbikoşin’ û ji bo ewlehiyê û aramiyê divê biryarên tund werin standin.

Suud got, ‘’Di serî de li welatên Ereb, mudahleyên Îranê yên li welatên cüda, desteka wê ya li terorîzmê, niyeta wê ya têkbirina aramiyê û civakan, divê weke talokeyeke wiha were dîtin ku li dij wê têkoşîn were dayin.

Têkiliyên diplomatîk ên du rikberên herêmê Siûd û Îranê 2016’an qut bû. Ev du welat li Rojhilata Navîn ji gelek aliyan ve tene pêşberî hev. Li Yemenê Siûd Husiyên Şiî yên bi desteka Îranê bombe dike. Li Sûriyê jî Îranê û Siûdî destek dane eniyên dijber. Li gorî Siûd Îran bi Hîzbûllaha Lubnanê li pey armancên hegemonîk e.