Riyadê ji êrîşa li dijî xeta petrolê, Îran berpirsyar nîşan da

Alîkarê Wezîrê Parastinê Halîd Bîn Salman ku kurê Qralê Erebîstana Siûdî ye, ji êrîşa bi droneyan a li dijî xeta petrolê Îran berpirsyar nîşan da. Hûsiyên Şîa yên Yemenî berpirsyariya êrîşê dabûn ser milê xwe.

Halîd Bîn Salman bi rêya Twitterê daxuyanî da û îdîa kir, li pişt êrîşa Hûsiyan a li dijî du stasyonên petrolê yên Aramco, Îran heye. Li gorî Salman, rejîma Îranê Hûsiyan ji bo bicihanîna planên xwe yên li heremê bi kar tîne.

Hûsiyên ku piştgiriyê ji Îranê werdigirin, roja Sêşemê bi droneyan êrîşî du stasyonên petrolê yên li nava xaka Siûdî kiribûn û karên li xeta petrolê ya mezin a li navbera rojhilat û rojavayê qraliyetê rawestandin.

Alîkarê Wezîrê Parastinê Halîd Bîn Salman, di peyameke xwe ya din de ya li twitterê îdîa kiribû ku fermana êrîşê ji aliyê Îranê ve hatiye dayin û Hûsiyan jî bi cih anîne.

Wezîrê Karên Derve yê Siûdî Adil El Cûbeyîr jî bi rêya Twitterê îdîa kiribû, Hûsî "beşekî veşartî" yê Mûxafizên Şoreşê yên Îranê ye û li gorî fermana wan tevdigerin.

Roja Pêncşemê li dijî gelek hedefên Koalîsyona Ereb a bi fermandariya Erebîstana Siûdî yên li Yemenê êrîşên hewayî hatibûn kirin. Hate ragihandin ku li paytext Sanayê di êrîşê de herî kêm 6 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.

Li Yemenê zêdeyî çar sal in di navbera hêzên hikumetê yên Siûdî piştgiriya wan dikin û Hûsiyan de şer diqewime. Herêmeke berfireh a Yemenê di destê Hûsiyan de ye. Paytext Sana jî di nava vê herêmê de ye. Di şer de ku veguheriye şerê wekaletê, bi dehhezaran kes mirin, 3.3 milyon mirov ji cih û warê xwe bûn. Li gorî Neteweyên Yekbûyî pêwîstiya 24.1 milyon mirovî bi alîkariyê heye.