Rêxistinên derdorparêz ji reforma YE’yê ya çandinêyê bi fikar in

Gelek rêxistinên derdorparêz li hemberî biryara Yekîtiya Ewropa (YE) a nûjenkirina Polîtîkaya Çandiniyê ya Hevpar (CAP) û di vê çarçoveyê de hê zêdetir raye dayîna welatên endam, nerazî ne.

YE’yê di bûdceya dema 2021-2027’an li xwe digire, pêşnûmeya ku asankirin û nûjenkirina karên CAP’ê û diyarkirina polîtîkaya çandiniyê ya netewî ya welatên endam ku berpirsyartiya wan hê zêdetir bibin, eşkere kiribû. Li gorî vê pêşnûmeyê, fona çandiniyê ya YE’yê di çarçoveya CAP’ê de, li ser belavkirina fona ku bide rêveberên netewî wê hê bi raye û sist be.

Di pêşnûmeya mijara rojevê ye de, fona ku ji bo welatên endam bi qasî 15 ji sedî ji aliyê hikûmetê ve bi armanca piştgirîkirina polîtîkayên xurtkirina çandinî û bejahiyê bê dayîn. Heta roja me ya îro, di belavkariya fonê de YE’yê rast e rast xwedî maf bû.

Her wiha ji bo destekkirina ciwanên nû tevlî sektora çandinî û çotkariyê dibe, divê projeyên bên piştgirîkirin di aliyê kirîterên derdor û avhewayê de destdayî bin.

RÊXISTINÊN DERDORPARÊZ BI FIKAR IN

Lê li dijî biryara reformê ya ku Komîsyona YE’yê ku ji bûdeya yekbûyî ji pênca du ji bo polîtîkaya çandiniyê veqetandin saziyên bi armanca parastina derdor û avhewayê dixe nava fikaran.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê rêxistina derdor Greenpeace ve hate dayîn wiha hate gotin: “Ev pêşnûmeya reformê ji bo çandinî û avhewayê felaketekî mezin e.”Li gorî daxuyaniya Greenpeace rayeya diyarkirina plansaziyên çandiniya netewî ya dayîna hikûmetên netewî yên endamên YE’yê ne, ti gerentiya parastina derdor û avhewayê namîne.

Dîsa Greenpeace diyar kir ku reform di heman demê de kirîterên di derbarê parastina tenduristiya cemaweriyê jî bê bandor dike.

Rêxistina Parastina Xwezaya Cîhanê (WWF) diyar kir ku biryara reforma têkildarî polîtîkayên çandiniyê ya NY’yê, li dijî yekîtiya cihê reng a bîyo yê û parastina xwezayê ye.