Rêxistina Efûyê: Li Rojhilata Navîn û welatên Efrîkaya Bakur darvekirin zêdetir e

Li gorî rapora sala 2020’an a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li welatên Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur darvekirina mirovan zêdetir e.

Li gorî Rêxistina Efûyê ligel şewba Covîd-19’ê di sala 2020’an de li 18 welatan mirov hatin darvekirin.

Li temamî dinyayê di sala 2020’an de herî kêm 483 kes hatin darvekirin. Çîn, Koreya Bakur, Sûriye û Vîetnam, ne di nav vê bîlançoyê de ne. Ji ber vê jî li gorî texmînan bîlançoya rastîn girantir e.

Di sala 2020’an de darvekirin li gorî sala 2019’an ji sedî 26 kêm bûye. Di sala 2015’an de jî 1634 kes hatibûn darvekirin.

Li gorî vê çarçoveyê li Erebistana Siûdî hejmara darvekirinan di sala 2019’an de 184 bû û di sala 2020’an de jî daket 27’an.

Li Iraqê jî di sala 2019’an de 100 kes û di sala 2020’an de jî 45 kes hatine darvekirin.

Li Misirê jî 107 kes hatin darvekirin. Di nav Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur de ji sedî 56’ê darvekirinan li Îranê pêk hatiye. Li Îranê 246 kes hatine darvekirin. Li dinyayê ji sedî 88’ê darvekirinan li Îran, Misir, Iraq û Siûdî Erebistanê pêk hatiye.