Rêxistina Efûyê: Li Qeterê binpêkirina mafên karkerên koçber didome
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, got ku ji bo bidawîkirina binpêkirinên li dijî karkerên koçber ku salek piştî Kûpaya Cîhanê ya 2022’an li Qeterê didome, kêm tişt hatine kirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, got ku ji bo bidawîkirina binpêkirinên li dijî karkerên koçber ku salek piştî Kûpaya Cîhanê ya 2022’an li Qeterê didome, kêm tişt hatine kirin.
Qeter ku welatekî kendavê ye û ji alî xazê dewlemend e, berî, piştî û di dema ûupaya Cîhanê de ji ber muameleya arasteyî karkerên koçber û tomara xwe ya mafên mirovan rastî gelek rexneyan hat. Qatar piştî ku bertek zêde bûn, bi alîkariya Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî qanûnên xwe yên xebatê ji nû ve sererast kir û bi mûçeyên kêmane reformên ewlehî û tenduristiyê kir meriyetê. Piştre jî pêrgala sponsoriyê ya ‘’kafala’’ rakirin.
Lê li gorî Rêvebirê Bernameya Edalata Civakî û Aboriyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Steve Cockburn ji aliyê Qatarê ve pêkneanîn û xurtnekirina van reforman, ji bo karkeran sûdwergirtinên heyî jî bi awayekî cidî dixe talûkê’’.
Cockburn axaftina xwe wiha domand, "Divê hikûmet teahûda sozdariya xwe ya parastina karkeran nû bike, FIFA û Qeter jî divê li ser planên tezmînatê ji bo hemî kesên mexdûr li hev bikin".
Rêxistina Efûyê û komên din ên mafên mirovan gelek caran bang li Qeter û saziya rêvebirina futbolê ya cîhanê kirine ku ji bo birîndar û malbatên karkerên ku li înşaatên Kûpaya Cîhanê hatine kuştin fonek ava bikin.
Cockburn gotinên xwe wiha domand, ‘’Îro piştî tûrnûvayê salek derbas bû lê ji bo sererastkirina van xeletiyan kêm tişt hat kirin, lê belê divê karkerên ku Kûpayê Cîhanê heyî kirine neyên jibîrkirin’’.