Rewşa nediyar a koçberên çûn DYE'yê dewam dike
Koçberên ku li eyaleta Texasê ya DYE'yê ji ber bi qaçaxî hatine welêt tên girtin, bêyî ku belgeyek bê dayin tên berdan.
Koçberên ku li eyaleta Texasê ya DYE'yê ji ber bi qaçaxî hatine welêt tên girtin, bêyî ku belgeyek bê dayin tên berdan.
Koçberên ku bi rêyên qaçax derbasî DYE'yê dibin, bêyî ku karek têkildarî wan bê kirin tên berdan û belgeyek jî nayê dayin.
Rayedarên malên alîkariya bi malbatên koçberan re yên li Texasê ragihandin ku wezîfedarên sînor ji dawiya meha Çileyê ve bi sedan malbat gihandine wan.
Val Verde Border Humanitarian Coalisyon diyar kir ku destpêkê wan hefteyê alîkarî didan 25 kesî, lê niha rojane ev hejmar gihîştiye 50 kesî.
Tê gotin ku derbasbûna qaçax dema dawî zêde bûne û krîza aboriyê, afetên xwezayî yên li Emerîka Navîn û şewba vîrûsa koronayê bandorê li vê yekê dikin.
Serokê berê yê DYE'yê Donald Trûmp meha Adarê ya derbasbûyî biryar dabû ku yên koçî bakur dikin negirin DYE'yê û yên tên jî di demeke kurt de bersiva daxwaza penaberiya wan bê dayin û vegerînin.
Piştî ku DYE'yê deriyê xwe girt, pêleke mezin a koçberiyê ber bi Meksîkayê dest pê kir.
Li Texasê ji ber zêdebûna nifûsa li girtîgehên penaberan, destûr tê dayin ku bi hezaran malbat ji sînor derbas bibin.
Malbatên ku niha derbasî bakurê sînor dibin di nava mexdûriyeteke cidî de ne. Ji rêxistina civakî ya bi navê Însiyatîfa Kîno Border Joanna Wîllîams ragihand ku kêm jî be hin malbat belgeyan werdigirin û dikarin bi vî rengî piştgiriyê ji stargehan bistînin. Wîllîams got, "Bi giranî malbat hemû li derve tên hiştin."
Rewşeke bi heman rengî li başûrê sînor li Meksîkayê heye. Ji Charitees Catholiques rahîbe Norma Pîmental diyar kir ku saziyên koçberiyê ji bo mayinê destûr dane malbatan, lê belê ji bo karibin debara xwe bide li naverastê hatine hiştin.