Rewşa dawî ya rageşiya di navbeyna Rûsya û Ukraynayê de

Rageşiya di navbeyna Rûsyayê û Ukraynayê de didome, di serî de DYA gelek welat destekê didine Ukraynayê.

Dawiya hefteyê sê keştiyên fîloya Ukraynayê ketibûn Zeryaya Azakê. Li ser vê Rûsyayê êrîş biribû ser wan, murettabat dîl girtibûn, rageşiya ji ber vê sedemê didome.

ÎDÎAYA KU HEBÛNA LEŞKERÊN RÛS HATIN ZÊDEKIRIN

Serokkomarê Ukraynayê Petro Poroşenko ku beriya bi çend rojan rêveberiya jidiyayî ragihandî got bi Rûsyayê re dibe ku şerê wan derkeve. Poroşenko diyar kir yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê li ser sînor hatine danîn û hejmara van yekîneyan 3 caran li yên berê hatiye zêdekirin.

Poroşenko got krîzê talokeya şer bi xwe re aniye, lêxistina li keştiyan 'tenê destpêka' vî şerî ye.

Tevgera leşkerî ya Rûsyayê ku Poroşengko  bi rengê delîlan vedibÊje, tê gotin serê meha Îlon û Cotmehê dest pê kiriye. Her wiha Poroşengo dîmenên ku hebûna leşkerî ya Rûsyayayê ya li Girava Kirim û Deryaya Azadê zêde bûne par ve kir.

Serokdewletê Rûsyayê Putîn jî Ukrayna li bara 'çalakiyên bêyî fikirindinê'' hişyar kir. Putîn bi  Serokwezîra Elman Angela Merkel re axivî, diyar kir, ji ber sedema hilbijartina serokkomariyê ya sala were, Poroşenko siyaseta rageşiyê dike.

Rêveberiya Rûsyayê destwerddana li keştiyên Ukraynayê diparêze û dibêje li gorî hiqûqa navnetewî pêk hatiye.

TRÛMP JI BO UKRAYNAYÊ DESTEK XWEST

Rageşiya di navbeyna du welatan de zêde dibe, gelek welat ji bo rageşî were kêmkirin banga dikin. Merkel xwest ku Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (RWHE) sazkar bibe. Merkel got RWHE dikare tişta ku yekşemê bûyî tespît bike.

DYA jî bang kir ku li dijî Rûsyayê li cem Ukraynayê bin. Berdevka Wezîra Karê Derve Heather Nauert got rageşiya di navbeyna du welatan de 'taloke' ye û bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku destekê bide  Ukraynayê.

Nauert diyar kir Wezîrê Karê Derve Mîke Pompeo heftiya were wê li civîna wezîran a NATO'yê mijarê bîne rojevê û got ew li bendê ne ku desteka li Ukraynayê were zêdekirin.