Rêveberiya DYA’yê aram nabe: Li şûna Prîebûs Kell hate danîn
Hate gotin Serokê DYA’yê Donald Trûmp ji ber sedema ku bi hevkarên xwe re li hev nake Wezîrê Karê Navxweyî aniye ser Gerînendetiya Qelama Taybet a Qesra Spî.
Hate gotin Serokê DYA’yê Donald Trûmp ji ber sedema ku bi hevkarên xwe re li hev nake Wezîrê Karê Navxweyî aniye ser Gerînendetiya Qelama Taybet a Qesra Spî.
Piştî ku Donald Trûmp Gerînendeyê Qelema Taybet Reînce Prîbûs ji kar standibû dihate meraqkirin bê ka wê kî were ser vî karî.
Trûmp derengiya şevê li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand û diyar kir ku Wezîrê Ewlehiya Navxweyî John F. Kelly aniye ser vî karî. Trûmp got, Kelly di dema wezîrtiyê de ‘stêrika mezin a hikûmetê’ bûye.
Şîrove têne kirin ji ber sedema hevalên kar ên nêz ên Serokê DYA’yê ji ber sedema têkilyên wan ên bi Rûsyayê re û lêpirsînên bi vê babetê û her wiha ji ber kêşeyên siyaseta navxweyî jî hê rêveberî nerûniştiye. Balkêş e ku Peînce Prîebûs duh ji hêla Dîrektorê Ragihandinê yê Qesra Spî Anthony Scarmuccî ve hatibû tawanbarkirin ku ‘agahî daye medyayê’’.
Li gel van kêşeyên navxweyî yên rêveberiyê her wiha ji ber ku di nav Partiya Komarparêz de li dij reforma tendirûstiyê helwest hene, ev jî weke kêşeyeke girîng li pêş Donald e. Trûmp xwestibû ku yasasa sîgortaya berdest a bi navê Obamacare rake lê senato ev erê nekiribû.
Pêşnûmeya ku guherîna destûrê dabû ber xwe, ji ber ku 3 senatorên Komarparêz li dij deng da, bi 49’an bi 51’ê hate redkirin. Di nav van 3 senatoran de John McCaîn jî heye ku di hilbijartina seroktiyê ya 2008’an de ew jî hebû.