Rêveberiya DYA piştgirî da dijberên kurtajê

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), ku hefteya bihurî bi mîlyonan jin meşiyan, duh jî dijberên kurtajê daketin kolanan Balkêş bû, yekemcar alîkarekî serokê DYA beşdarî vê çalakiyê bû.

Çalakiya 'Meşa ji bo Jiyanê (March for Life)', ku her sal li dijî naskirina mafê kurtajê tê lidarxistin, bi beşdariya deh hezaran kesî pêk hat.

Meş li paytext Washîngtonê pêk hat û balkêş bû Alîkarê Serokê DYA Mîke Pence jî tevlî bû. Serokê DYA Donald Trûmp jî bi rêya Twîtterê piştgirî da meşê.

Mîke Pence li meşê axivî û diyar kir, gelê DYA bi hilbijartineke dîrokî re serokekî ku bi mafê jiyanê serbilind e, şand Qesra Spî. Pence got, ew di serdemeke dîrokî ya diyarker de ne.

Mafê kurtajê di sala 1973'an de ji aliyê Dadgeha Bilind a Amerîka ve hatibû qebûlkirin. Her sal li DYA meş tê lidarxistin û ev biryara dadgehê tê şermezarkirin.