Rêveberê Hemşîreyên Xezeyê: Ji me 200 kes şehîd bûne

Rêveberê Hemşîretiyê li nexweşxaneya Ewropî ya Xezeyê Dr. Salih El Himis rewşa nexweşxaneyên li Şerîda Xezeyê piştî tawanên cengê yên Îsraîlê li dijî wan rave kir.

Rêveberê Nexweşxaneya Ewropî ya li Xezeyê Dr. Salih El Himis têkildarî rewşa nexweşxaneyê ku di bin êrişeke giran a Îsraîlê de ye, ji ANF'ê re axivî. Dr. Salih El Himis rewşa piştî qutkirina sotemeniyê û pêdiviyên bijîşkî nirxand.

Ji nexweşxaneyên li Şerîda Xezeyê ku hîna jî kar dikin çi maye?

Yê ku niha li Şerîda Xezeyê maye 3 nexweşxaneyên sereke ne û hejmarek ji nexweşxaneyên biçûk in. Piştî temamkirin û valakirina Nexweşxaneya El Şîfa, kampanyayeke pir tund li dijî nexweşxaneya Endonezyayê heye, ku nexweşxaneya hikûmetê ya mayî ye. Armanca wê ew e ku birîndarên ku ji nexweşxaneya El-Şîfa û wir hatine veguhestin li vê derê tên bi cih kirin. Ji ber vê jî dagirkeriya Îsraîlê wê bêhtir balê bikşîne li ser vê derê. Nexweşxaniyeke taybet jî heye ya di bin navê El Ewde ku li aliyê bakur dikeve. Wê ew jî were topbaran kirin, piştî van wê nexweşxaneyan. Wê komela Nasir ya bijîşkî, nexweşxaneya Şuheda El- Eqsa û nexweşxaneya Ewropî wê were armanckirin.

Tiştê ku li nexweşxaneya Şîfa bûye, tu çawa dibînî?

Ev bi xwe bobelateke. Nexweşxaneya Şîfa ne tenê ya herî mezine li Şerîda Xezeyê. Lê belê ew ya herî mezin e li Fîlîstînê. Çi li Şerîda Xezeyê be yan jî li Şerîa Rojava be. Nexweşxane gelek beşan dihewîne; weke avahiya neşterkarî, hundirîn, gurçik û avahiya jinan û zayîn û dayîngehan.

20% heta 25% ji rewşan li Şerîda Xezeyê serîlêdana Nexweşxaneya El- Şîfa dikin. Di beşa dayingehê de nêzî 50 textên dayingehê hene, di encam de fermana valakirina nexweşxaneyê tiştekî gelekî zehmet e. Ev hejmara mezin barekî giran li ser nexweşxaneyên din jî çêdike. Niha her nexweşxaneyeke zêdeyî hêza xwe bi du caran kar dike. Piştî zêdekirina nexweşên El Şîfa li nexweşxaneyan, bûye bi çar caran li hêza xwe kar dike.

Çarenivîsa nexweşên El Şîfa çi ye?

Nexweşên El-Şîfa di navbera nexweşxaneya Endenosî û nexweşxaneyên li başûrê belav kirine. Bi dehan nexweş hene, nikarin tevgerê bikin. Her kesê di lênêrîna giran de şehîd ketin. Niha jî tê organîzekirin ji bo ku zarokan ji dayingehan vala bikin.

Çi kêmasî niha li nexweşxaneya Şerîda Xezeyê hene?

Her tişt kêm e. Ya rastir ku em bêjin çi maye di nexweşxaneyan de, tenê bijîşkên ku li gorî alavên kêm kar dikin, mane. Ji ber ku alavên neşterkarî tê de pirsgirêk heye, çepre pirsgirêk tê de hene, her tişt pirsgirêk tê de heye.

Tu êrîşên Îsraîlê yên li ser komîteyên hemşîretiyê û wesayitên ambulansê çawa dibînin?

Li wê derê 53 wesayitên ambulansê ji xizmetê derketine. Hejmara kesên ku li zîvala tendirustiyê kar dikirin gihaşt 200 şehîdî, di encamê de her komîteyên bijîşkî bandor bûn.

Gelo raste ku neşterkariyan bê benc çêdikin?

Hin neşterkariyên biçûk hene, em dikarin bencê jê re bînin, lê belê bêhtirî xwe dixwazin bencê ji neşterkariyên mezin re peyda bikin.

Bandora alîkariyên mirovî yên ku digihêjin Şerîda Xezeyê, li nexweşxaneyan çi ye?

Alîkarî digihêje, lê tenê ji bo herêmê bi temamî, 5 heta 6 qemyon gihaştiye. Diviyabû ji 17 heta 20 hezar qemyon bihata. Ev hejmara qemyonan jî nîşan dide bê di kîjan astê de bandora alîkariyê heye yan nîne. Gaz tune ye, ard jî kêm e an go tu dikarî bêjî yekcar peyda nabe, nanpij sekinîne, av ji şaredariyan ji ber qutbûna elektirîkê, sekiniye. Her wiha madeya Solarê jî bi temamî qut bûye.

Pirsgirêka sotemeniyê ya ku nexweşxaneyên Şerîda Xezeyê pê dixebitin, çareser bûye?

Pirsgirêka sotemeniyê, tenê parçeyeke jê çareser bûye, ew jî ku pêdiviyên nexweşxaneyê bi cih tîne. Lê li cem te nexweşxane, şaredarî û zarok hene, her wiha berevaniya sivîl û wesayitên ambulansê hene, her qorzîkên jiyanê, hewcedariya wê bi sotemeniyê heye. Lê çareseriya ku pêşkêş bûye, ew e çareseriyeke beşî ji bo pirsgirêka nexweşxaneyan a di vêxistina janatoran de ye.

Hûn çawa bi tunebûna sotemeniyê di wesayitên ambulansê de, danûstandinê dikin?

Heta niha wesayitên ambulansê ji sotemeniyê ne qediya ye. Lê belê gihaştiye asteke herî kêm ji peydabûnê.

Gelo hîna nexweşxaneyên dorpêçkirî hene?

Li wê derê nexweşxaneyên dorpêçkirî hene, eger ku ne bi tankan be, lê bi balafiran e. Ev tişt li nexweşxaneyên bakurê Şerîda Xezeyê qewimî û tirs heye ku ev yek li nexweşxaneyên başûr jî belav bibe. Di demên komkujiya nexweşxaneya Mamedaniyê de tu berhilistî tune bû.

Tu koçberkirina bijîşkan çawa dibînî, gelo bijîşkên Şerîda Xezeyê berê xwe dane başûrê wê yan na?

Raste, hejmareke mezin ji bijîşkên nexweşxaneyên bakur berê dan nexweşxaneyên başûr. Paşê berîêdan karên di nexweşxaneyên başûr. Ev yek li ser hemşîre û bijîşkan tê spandin.

Gelo bijîşk û komîteyên bijîşkan di hundirê nexweşxaneyên Şerîda Xezeyê de hene yan na?

Li wê derê kes hene ku ev 45 roj berê xwe nedane malê. Ez li ser xwe bêjim, ev 36 roj in ez neçûme malê. Tenê her çend rojan ez diçim seriyekê didim wan bê tişteke pêwîstî wan heye yan na piştre ez vedigerim. Xwedê me tevan biparêze.