Reva ji Venezûelayê gihişt asta krîtîk

Rêxistina Koçberan a Navnetewî diyar kir ku reva ji Venezûelayê gihiştiye asta koçberiyê ya li Behra Spî û hişyarî da.

Li Venezûelayê ji ber krîza aborî û siyasî koçberiyekî ber bi welatên cîran ve heye. Tê payîn ku nûnerên Perû, Ekvador û Kolombiyayê hefteya pêş ji bo çareserkirina vê pirsgirkê wê li Bagotayê bicivin.

Perû û Ekvadorê beriya demeke kurt şert û mercên hatina Venezûeleyiyan ji bo welatê xwe tund kiribûn, bêyî pasaport kes nikare bikeve welat û beriya niha tenê bi nasnameyên qert ketina welat pêk dihat.

Lİ Berezîlyayê jî bûyerên şidetê yên li dijî koçberên Venezûelayê çêbûbûn. Piştî şer bi sedan Venezûelayî neçar mabûn vegerin welat.

Berdevkê Rêxistina Koçberan a Navnetewî Joel Mîllman wiha got; “Serî de li Behra Spî û li gelek cihên din yên cîhanê krîzek heye.”

Rêxistina Koçberan û Nûnertiya Bilind a Penabaran ya Netewên Yekbûyî daxuyaniyek hevpar dan û bang li welatên Amerîkaya Latîn kirin ku bi hestiyar nêzî koçberên Venezûelayê bibin. Ji sala 2015’an ve zêdetirî 1.6 mîlyon Vebezûelayî welat terikandin.