Rengê herî kevn ê li cîhanê hate dîtin

Zanyaran ragihandin ku rengê herî kevn ê li cîhanê rengê şîrik ê biriqandî ye û emrê xwe 1,1 milyar sal e.

Zanyarên li Zanîngeha Neteweyî ya Awûstralyayê tevî hempîşeyên xwe yên Japon û Amerîkî rengê herî kevn ê li cîhanê li Çola Saharayê tespît kirin. Tê gotin, madena ku rengê şîrik ê biriqandî li ser e, emrê xwe herî kêm 1,1 milyar sal e.

Pîgmenta reng a li Morîtanyayê hate dîtin, li ser tehtekî li binê çolê hate tespîtkirin. Tê gotin, ev pîgmentê hatiye dîtin, ji yên beriya hatibûn tespîtkirin herî kêm bi 500 milyon salî kevntir e.