Renault 15 hezar kesan wê ji kar derxîne

Renault kêmbûna firotinê dike hincet û li tevahiya cîhanê wê deh 15 hezar xebatkarên xwe ji kar bavêje.

Li gorî plana ku Renault dayî sendikayan li hemû cîhanê gav bi gav wê 15 hezar xebatkaran ji kar derxîne. Ji van tenê li Fransayê wê 4 hezar û 600 karker ji kar werin derxist, yên mayî jî ji deverên din ên cîhanê ne. Bi giştî jî hijmara xebatkaran a şîrketê 8 ji 100'î wê kêm bibe.

Renault van mehên dawî heta bi 80 ji 100'î ya kêmbûna firotina dike hincet lê tê zanîn ku krîz ji berê ve heye.

Li Fransayê j iber sînordanîna li ser meaşan şîrketên ku bi milyonan Euro dide rêveberên bi asta bilind, bi navê 'tesarûf'ê xebatkaran kêm dike.