Reklamên Trûmp ên bi nîşaneya dema Nazî hatin rakirin

Reklamên ku ji bo kampanya hilbijartinê ya Serokê DYE'yê Donald Trûmp li ser Facebookê hatin parvekirin, ji ber ku sembola Nazî tê de hate bikaranîn, hatin rakirin.

Di daxuyaniya Facebookê de hate ragihandin, ku hin reklam û parvekirinên ku ji aliyê tîma kampanya hilbijartinê ya Trûmp ve hatine bikaranîn û dişibin dema Naziyan hatine rakirin.

Di raporê de hate gotin, parvekirin ji ber ku "li dijî polîtîkaya gotinên nefretê yên organîze" ye, hatine rakirin.

LI MALPERÊN TRÛMP Û PENCE DIHATIN PARVEKIRIN

Li yek ji reklamên kampanyayê yên hate rakirin, nîşenay sêgoşeya berevajî ya sor hebû. Di reklaman de ji bo kampanya îmzeyan a li dijî Antîfa banga tevlîbûnê dihate kirin, Antîfa  li dijî faşîzmê ye, lê belê dema dawî bûye hedefa Trûmp.

Lê belê sêgoşeya berevajî ya sor, di Elmanyaya Nazî de ji bo pênasekirina çepgirên mûxalîf dihate bikaranîn.

Reklamên ji nefretê, li malperên Trûmp û Alîkarê Serok Mîke Pence dihatin parvekirin. Her wiha di nava reklam û parvekirinên li malpera "Team Trûmp" jî hebûn.