Rejîma Îranê 3 ciwanên Belûçî dar ve kir

Dozgeriya giştî ya eyaleta Sîstan û Belûçistan a Îranê ragihand ku îro 3 ciwanên Belûçî dar ve kirine. Malbatên kesên hatinî darvekirin dibêjin ku rejîma Îranê ji bo zextê li wan bike zarokên wan dar ve kirine.

Darvekirina ciwanan ya ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê didome. Îro 3 ciwanên Belûçî yên bi navê Hesen Dêhwarî, Êlyas Qelenderzehî û Omîd Mehmûdzehî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

Saziyên mafê mirov û çalakvanên Belûçî dibêjin ku Hesen Dêhwarî û Êlyas Qelenderzêhî bi hinceta alîkarîdayîna bi komên dijî hukumetê hatine sûcdarkirin, lê armanca wan a rast ew bûye ku “zextê li malbatan bike.”

Darvekirina wan sê ciwanan piştî ku saziyên çavdêr ên rewşa mafê mirovan a li Îranê behsa veguhestina wan a ji bo qerentîneya girtîgeha bajarê Zahêdanê û metirsiya darvekirina wan kiribû, pêk hat.

Rejîma Îranê îddîa kir ku Hesen Dêhwarî û Êlyas Qelenderzehî roja 5’ê Nîsana sala 2014’an tevî hin madeyên teqemenî û çek hatine destgîrkirin û di çend çalakiyên ku tê de çekdarên ewlekariyê û polîs hatine kuştin de cih girtine. Her wiha Omîd Mehmûdzehî jî bi hewldana çedkarî re sûcdar kiriye.

Her sê ciwanên girtî beriya niha tevî ku wan tawanbariyên heyî red kiribûn, ragihandibûn ku tenê ji ber xebatên siyasî yên xizmên wan yan jî endamên malbatê û ji bo ku zextê li wan kesan bike vegerin welat yan jî çalakiyên xwe rawestînin bi şeklekî rehîn hatine destgîrkirin û piştre sizaya darvekirinê li ser wan hatiye ferzkirin.

Li gorî agahiya malpera Komeleya Çalakvanên Mafê Mirov (HRANA) ku ji çavkaniyek nêzîk ê wan ciwanan girtiye û parvekiriye, wiha gotiye: “Hesen Dêhwarî û Êlyas Qelenderzehî tenê bi mebesta zextê li xizmên wan yên endamê Cêyşe El Edil’in û li dijî hukumeta navendî dixebitin hatine destgîrkirin.”

Parêzerê wan her du ciwanan Hemdriza Feqîhî jî beriya niha derbarê darvekirina wan de hişyarî dabû.

Di wê çarçoveyê de rêveberê Kampanya Çalakvanên Belûçî Ebdulah Arif jî tevî ku fikarên xwe yên derbarê zêdebûna darvekirina civanên Belûçî de gotibû: “Di nava sê hefteyên bihorî de li Sîstan û Belûçistanê herî kêm heft bûyerên darvekirinê pêk hatiye.”

Komeleya Mafê Mirov a li Îranê jî beriya niha diyar kiribû ku di sala 2020’an de herî kêm 236 kes li Îranê hatine darvekirin û zêdetirê 70%’ê wan bi awayek veşartî pêk hatine.

Rejîma Îranê hewl dide ku di sala 2021’an de bi zêdekirina darvekirina ciwanan û şidandina atmosfera tirsandin û tepisandinê re pêşî li serhildana gel a li ji bo hilweşandina dem û dezgehên rejîma Îranê bigre.