Rastgirên tund, nûnertiyên karkerên Elman dikin hedef!

Rastgirên tund ên li Elmanyayê ku di hilbijartina giştî de 12 ji sedî yê dengan girtin û bi vî rengî ketin rojevê, niha jî hewl didin xwe li sendîkayên ji nêrîna çepgiran bi rêxistin bikin û zerarê bidin daxwazên karkeran.

Yek ji yekîtiyên sereke yên sendîkayên li Elmanyayê Yekîtiya Sendîkayên Elman (DGB) daxuyaniyek da û der barê Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) û komên din ên rastgir ên tund hişyarî da.

Serokê DBG'ê Reîner Hoffmann anî ziman ku beriya hilbijartina nûnertiya karkeran ku wê meha Sibatê dest pê bike, rastgirên tund ketine nava liv û tevgerê.

Hoffmann diyar kir, AfD û komên rastgir ji berjewendiyên karkeran wêdetir dixwazin nûnertiyên sendîkayan parçe bikin û bi vî rengî hilbijartina nûnertiyên karkeran sabote bikin.

Hoffmann destnîşan kir ku DBP wê pêşî li van hewldanên rastgirên tund bigire.

Li gorî agahiyên ji yekîtiya sendîkayan hate wergirtin, di navbera mehên Sibat û Gulanê de wê li Elmanyayê li 180 kargehan hilbijartina nûnertiyên karkeran bê kirin.