Raportora NY: Kuştina Suleymanî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

Raportora Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li ser înfazên bêdarizandin dixebite, diyar kir ku kuştina generalê Îranî Kasim Suleymanî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Raportor Agnes Callamard ji Reûtersê re axivî û diyara kir ku kuştina Kasim Suleymanî û neh kesên din tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.

Callamard got ku, “DYE di vî warî de nekarî têra xwe delîlan pêşkêş bike.”

DYE di 3’ê Çileyê de li balefirgeha Bexdayê bi wesayîta hewayî ya bêmirov li Kasim Suleymanî dabû.

Callamar wê roja Pêncşemê raporekê pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bike. DYE du sal berê ev sazî terikandibû. Callamard di rapora xwe de diyar kir ku artêşa Emerîkayê şertê NY binpê kiriye û derbarê êrîşên bi dronan jî banga veguherînê dike.

Callamard got ku, “Di warê bikaranîna dronan de ji bo hemû dinyayê em ketine rewşeke krîtîk. Konseya Ewlekariyê wekî civaka navneteweyî ya bêdeng dimîne, piranî li holê xuya nake.”