Rapora li ser 'zarokên ku zarokatiya xwe ne jiyan e'

Îro li gelek welatan Roja Zarokan a Cîhanê tê pîrozkirin. Saziya bi navê Save the Children raporek belav kir û got, ji destê 700 milyon zarokî 'zaroktiya wan tê dizîn'.

Di raporê de hate gotin, her roj li cîhanê ji zarokên ku temenê wan di bin 5'an de 16 hezar jê dimirin. Di raporê de hat ragihandin, bêperwerde hiştin, negihîna derfetên tenduristiyê û zewaca di zaroktiyê de bandorê li ser bi milyonan zarokî dike.

HER ROJ 16 HEZAR ZAROK BI NEXWEŞIYÊN KU MIROV DIKARE RÊ LI BER BIGIRE DIMIRIN

Li gorî rapora Save the Children ku bi daneyên 172 welatan amade kiriye, 260 milyon zarok naçin dibistanê, 170 milyon jê jî, bêyî ku li temenê wan binerin têne xebitandin.

Di raporê de tê gotin, ji zarokên ku temenê wan di bin 5'an de ye her roj nêzî 16 hezar ji wan dimirin, di nav sedemên mirinê de bi rêjeyeke zêde 18 ji 100’î zûçêbûn, 15 ji 100’î ji ber edabgirtina kezeba spî û her wiha ji ber sedemên komplîkasyonên dema çêbûnê, malformasyonên zikmakî, zikçûn û birîndariyên bi sedema malarya gelek bûyerên mirinê çêdibin.

8 SEDEMÊN GIRÎNG ÊN LI BER JIYANA ZAROKTIYÊ

Di raporê de astengiyên ku rê li ber digirin zarok bê pirsgirêk bijîn jî têne gotin û sedemên herî girîng wiha hatin rêzkirin:

-Rêjeya mirinê ya di bin temenê 5 salî de

-Têrnexwarî,
-Neçûna dibistanê,
-Karkeriya zarokan,
-Zewicandina di temenê biçûk de,
-Ducanîbûna di temenê 15-19 salî de,
-Ji ber sedema şer ji cihkirina zarokan 
- Û kuştinên zarokan