BI DÎMEN

Rapora Komîsyona Ewropayê ya Tirkiyeyê hat qebûlkirin

PE’yê bang li Tirkiyeyê kir ku reformên demokratîk pêk bîne, standartên mafên mirovan bilind bike û li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.

Parlamentoya Ewropayê (PE) rapora nirxandinê ya Komîsyona Ewropayê ya derbarê raporên Tirkiyeyê yên 2023 û 2024’an di rûniştina xwe ya Lîjneya Giştî de qebûl kir. Rapor bi 367 dengên erê, 74 dengên na û 188 dengên bêalî hat qebûlkirin. Rapor ji bo pêhisandina nêzîkatiya siyasî ya PE’yê li hemberî Tirkiyeyê girîng e. 

Di raporê de bi awayekî zelal rewşa xitimandina pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) danî holê, di heman demê de bi tundî rexne li dûrketina ji rêgezên serweriya hiqûqê, sînordarkirina azadiya ramanê, lawazkirina serxwebûna dadweriyê û zextên li ser civaka sivîl hate kirin. PE’yê banga pêkanîna reformên demokratîk, bilindkirina standardên mafên mirovan û li gorî qanûnên navneteweyî tevbigere, li Tirkiyeyê kir.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di şertên heyî de endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê ne rast e û pêşniyara li ser bingeha "hevkariyeke stratejîk" jinûve sazkirina têkiliyên YE-Tirkiyeyê hate kirin.

TIRKIYE LI ŞÛNA ÇARESERIYÊ, POLÎTÎKAYÊN EWLEKARIYÊ DIMEŞÎNE

Yek ji aliyên herî balkêş ên raporê nirxandinên li ser pirsgirêka Kurd û nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hember pêvajoya aştiyê bû. PE’yê bal kişand ser banga Rêber Apo ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk û ji ber ku Tirkiye ev banga dîrokî û derfetên çareseriyê paşguh kiriye rexne li siyaseta ewlehiyê ya Tirkiyeyê kir. Di raporê de hat gotin ku piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê pêkanînên zordestiyê li ser civakî kûrtir kiriye û qada demokratîk teng kiriye.

OPERASYONÊN DERSÎNOR BÊ ARAMIYA HERÊMÊ ZÊDE DIKE

Di raporê de bi berfirehî qala êrîş û polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate kirin. Hate destnîşankirin ku operasyonên Tirkiyeyê yên dersînor bêaramîtiya herêmê zêde dikin û ji hêla hiqûqa navneteweyî ve bi pirsgirêk e. Di raporê de hate gotin ku hedefgirtina ezmûnên rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojava zirarê dide aştiya herêmî.

ÎRADEYA NÛNERÊN HILBIJARTÎ TÊ DESTESERKIRIN

Zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), girtina parlamenteran û tayînkirina qeyûmên li ser şaredariyan jî di nav de mijarên girîng ên rojeva raporê bûn. Hate diyarkirin ku van destwerdanan demokrasiya xwecihî qels kiriye, îradeya nûnerên hilbijartî desteser kiriye û pirrengî ji holê rakiriye.

ÊRÎŞÊN LI SER MAF Û AZADIYÊ

Di raporê de zextên li ser rojnamevan, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan û mekanîzmayên kontrolê yên li ser medyayê bi tundî hatin rexnekirin. PE’yê dubare kir ku divê maf û azadiyên bingehîn li Tirkiyeyê li gorî normên gerdûnî werin nûkirin

Li ser bingeha van hemû nirxandinan, Parlamentoya Ewropayê pêşniyar kir ku divê têkiliyên bi Tirkiyeyê re ji nû ve bên pênasekirin û li ser bingeha rêgezan avakirina hevkariyeke stratejîk xist rojeva xwe.