Li Îranê, çalakiyên ku heman piştî zêdekirina buhayê benzînê bi rêjeya 200 ji sedî dest pê kirin didomin. Di serî de Tehran, Tebrîz, Kerec, Kirman, Kirmanşa, Îsfahan, Şîraz, Bircend, Geşsaran, Îlam, Ahvaz, Zencan û Yezdê li dehan bajar, bajarok û navçeyan xwepêşandanan doh tevahiya rojê û bi şev dom kirin.
Xwepêşandan di serî de bajarên Rojhilat li 31 eyaletên Îranê û gelek bajarên van eyaletan dom kirin. Xwepêşandan Yekşemê hema bêjin li her bajar û bajarokên Îranê û Rojhilat belav bûn. Di Yekşemê de li Tehran, Tebrîz, Meşhed, Ahvaz, Îsfahan, Yezd, Kirman, Kirmanşa û Kereçê li tevahiya Îranê li 1080 nuqteyan xwepêşandan hatin kirin.
XWENDEKAR JÎ TEVLÎ BÛN
Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê. Li bajarên ku dibistan ketin betlaneyê xwendekar tevlî xwepêşandanan bûn. Yek ji bajarên ku xwendekar tevlî xwepêşandanan bû Tebrîze. Li Tebrîzê bi sedan xwendekar li hev kom bûn û zêdekirina buhayê benzînê şermezar kirin.
SAZIYÊN FERMÎ HATIN ŞEWITANDIN
Di xwepêşandanan de zêdeyî 100 banka û 50 dikan hatin şewitandin. Her wiha bi dehan wesayitên polîsan û biryargehên hêzên Besîc hatin şewitandin.
HEJMARA MIRIYAN ZÊDE DIBE
Hate ragihandin ku ji ber êrişa hêzên rejîma Îranê ya bi çekan li dijî xwepêşandêran gelek kes mirine. Heta niha 12 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Li gorî hin çavkaniyan hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane di ser 30 kesî re ye. Li gorî çavkaniyên fermî yên Îranê zêdeyî 1000 kes di nava sê rojên xwepêşandanan de hatin destgîrkirin.
Her wiha ji bo rêxistinbûna xwepêşandanan û gihaştina wan ji bo raya giştî ya derve bê astengkirin ji doh serê sibehê ve xetên înternetê hatine qutkirin
Di vê navberê de lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Seyîd Alî Hamaney piştgiriya buhakirina benzînê kir û nerazîbûn nîşanî xwepêşandanan da. Hamaney ji televîzyona dewletê re axivî û anî ziman ku biryara zêdekirina buhayê benzînê piştî wergirtina nêrîna pisporan hatiye wergirtin û divê bê pêkanîn.
Di vê navberê de Parlamenterê Bokanê yê Parlamenta Îranê Qasim Osmanî îstifa kir û bi vî rengî nerazîbûn nîşanî şêweyê biryara zêdekirina buhayê benzînê da ku bêyî li parlamentê bê nirxandin hatiye wergirtin.