Rageşiya li rojhilatê Derya Spî zêde dibe: DYE bi 'fikarên kûr'

Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo di serdana Qibrisê de li bara operasyonên Tirkiyê yên li rojhilatê Derya Spî ya li ser kanên sirûştî got, ew bi 'fikarên kûr' in.

Pompeo Şemiyê bi Serokkomarê Qibrisê Nîcos Anastasîades re daxuyaniyeke çapemeniyê da û got, ''Ji operasyonên lêgerîna  li kanên sirûştî yên Tirkiyê yên li wan herêmên ku Yewnanîstan û Qibris li rojhilatê Derya Spî xwedî rayeya darazê ne, em bi fikarên kûr in.''

Di navbeyna Tirkiyê û du welatên endamên Yekîtiya Ewropayê Yewnanîstan û Qibrisê de, ji ber lêgerîna li gazê ya li Rojhilatê Sûriyê ji Tebaxê ve rageşî geş dibe.

Anastasîades bi daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar de diyar kir, ji bo ku çareyeke giştî ji bo lihevnekirinê re bibînin ew ji hevdîtinan re hazir in û bang li Enqerê kir ku dawî, li 'çalakiyên xwe yên êrîşkar' bîne.

Pêrşemba bihurî heft welatên Derya Spî li girava Korsîkayê ya Fransayê hatibûn cem hev, dengê xwe li Tirkiyê kiribûn û gotibûn heke Tirkiye dawî li 'tevgerên xwe yên yekalî neyîne' ew ê 'tevdîrên nû yên sînordarkirinê' bistînin.

TATBÎQATA HEVPAR A DYE-QIBRISÊ

Her wiha li gorî daxuyaniya ku Qibrisê dayî du keştiyên qewetên taybet ên fîloya DYE'yê bi Qibrisê tatbîqata hevpar dikin. Hate diyarkirin tatbîqat Şemiyê dest pê kiriye û 20'ê Îllonê wê bi dawî bibe.

LI YEWNANÎSTANÊ PROJEYEKE GIRÎNG A ÇEKDARBÛNÊ

Her wiha Serokwezîrê Yewnanîstanê Kirîakos Mîçotakis jî projeyeke girîng a çekdarbûna welatê xwe aşkere kir. Mîçotakîs ragihand ku ew ê ji Fransayê 18 balafirên şer ên Rafal û ji bo fîloya deryayê çar helîkoptêran bistînin.