Rageşiya Kosova-Sirbistanê: Prîştîne pîvanên nû yên sînor taloq kir

Piştî rûdana rageşiya bi Sirbistanê re, hikumeta Kosovayê biryar da ku pîvanên nû yên têkildarî sînor ji bo mehekê taloq bike.

Hikumeta Kosovayê, piştî hevdîtina bi Sefîrê Bilind ê DYE’yê yê li Kosovayê Jeffrey Honevîer re kir, pîvanên nû yên têkildarî sînor ji bo mehekê taloq kir.

Pîvanên nû diviyabû roja Duşemê biketibûna meriyetê. Li gorî pîvanên nû, her kesên bi nasnameya Sirp têkevin nava Kosovayê, heta li vî welatî bimînin dive xwedî belgeyeke demkî bin.

Prîştîneyê her wiha du meh dem dabû, ku Sirpên Kosovayî plaqeyên Sirp ên li ser wesayitên xwe bi plaqeyên Komara Kosovayê biguherînin.

Serokwezîr Albîn Kûrtî roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku pîvanên nû bersiva li Sirbistanê ye ku serxwebûna Kosovayê nas nake.

Pîvanên nû yên Prîştîneyê li bakurê welêt bû sedema nerazîbûneke tund ku piraniya şêniyên vê herêmê Sirp in. Polîsên Kosovayê diyar kirin ku gule li wan hatiye reşandin, lê kes birîndar nebûye. Li ser rêyên ber bi Sirbistanê ve bend hatin danîn û çûn û hatin hate asêkirin.

Hikumeta Kosovayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji roja Duşemê û pê ve bend hemû hatine rakirin û her kes dikare bi rengekî azad tevbigere.

Sirp ên Kosovayî otorîteya Prîştîneyê û serxwebûna Kosovayê nas nakin. Sirp bi Belgradê ve dilsoz in ku ji aliyê malî ve pê ve girêdayî ne.