Rageşiya di navbeyna Îranê û Ingilistanê de geş dibe

Rageşiya di navbeyna Îranê û Ingilistanê de geş dibe. Wezareta Karê Derve ya Îranê bi rengekî sergirtî gef li Ingilistanê xwar.

Rageşiya van rojên dawî ya di navbeyna Îranê û Ingilistanê de geş dibe. Bi daxuyaniyekê ya ji hêla Wezareta Karê Derve ya Îranê ve hatî kirin, hate diyarkirin Ingilistan li rex DYE'yê disekine û bi rengekî sergirtî gef li Ingilistanê xwar.

'BERPIRSYARÎ WÊ YA INGILISTANÊ BE'

Di daxuyaniyê de hate gotin şaşiyeke nû ya Ingilistanê ji hêla Îranê ve wê bi helwesteke hewce were bersivandin û hemû berpirsyarî wê ya Ingilistanê be.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, Sefaretxaneya Ingilistanê ya Tehranê bi rengekî ku guman li ser çêbibe di civînekê de cih girtiye û hatiye diyarkirin Serokwezîr, Wezareta Karê Derve û Wezareta Berevaniyê dest daye kuştina Qasim Silêmanî ya bi destê DYE'yê. Di daxuyaniyê de hate gotin tevlêbûna civîneke li nav Îranê ya Sefîrê Ingilistanê li dijî rêz û rêçikên dîplomatîk e.

Di daxuyaniyê de her wiha gefên Wezareta Karê  Derve ya Ingilistanê yên ambargoyên nû yên li ser Îranê jî hate destnîşankirin, hate diyarkirin Ingilistanê bi hesabên şaş li ser Îranê xeyalan dike û dixwaze rageşiya  herêmê û Îranê zêde bike.

KAYA KEVN DÊRAND

Di daxuyaniyê de rabirduya berê ya Ingilistanê hate bibîrxistin û peyama ''mêtinger'' hate dayin.

Her wiha hate gotin Îran êdî wê destûrê nede ku Ingilistanê tevlî nav karê navxwe be û hate diyarkirin heke Sefîrê Ingilistanê van reftarên xwe bidomîne wê tenê bang lê neyê kirin ku were Wezareta Karê Derve û gavên dîtir bavêjin.