Radarên trafîkê li Fransa di hedefê de ne

Li Fransa li gel çalakiyên Êlek Zeran radarên trafîkê jî bûne hedef. Li gelemperiya welat nîvê radaran hatine bêbandorkirin.

Her ku çalakiyên Êlek Zeran dom dike, hejmara radarên trafîkan ên aktîf in jî kêm dibe. Rojnameya Le Fîgaro ragihand ku hejmara rafarên ku hatine bêbandorkirin gihiştiye 1500’an. Bi îfadeyeke din nîvê radaran naxebitin. Li gelemperiya welat derdorî 3 hezar û 200 radar hene. Rayedar jî ji serê çalakiyan û vir ve hejmaran red dikin.

Têkildarî asta rayedarên ku hatine bêbandorkirin, agahiyan dispêrin ajokarê wesayîtekê. Ajokarê westayîtê got: “Min ji Haûtes-de Seîne destpê kir heta Yvelînss Hoûdanê hema bêje ti radar nedixebitînin.”

Çalakî bi rêbazên cuda dom dikin. Yên herî redîkal jî çalakiyên şewitandinê ne. Li gel van boya zer, bi êlekên zer an poşetan radar tên bêbandokirin.