Qutikkesk mafên xwe yên desteserkirî dixwazin

Daxwazên ku çalakgerên bi navê ''Qutikkesk'an dane hikûmet û parlametoyê, jiyana bi milyonan mirovê destteng û halnexirab rasterast têkildar dike.

Çalakiyên 'Qutikkeskan' ku ji Cotmehê ve rêxistiniya xwe dikirin û 17'ê Cotmehê li nêzî 2 hezar cihî bi sedan kes derketin kolanan, destpêkê dihate zanîn ku ji bo zêdekirina bihayê li ser sotemeniyê û bacên zêde yên sala were bûn. Lê piştre diyar bû ku daxwazên çalakgeran bi rengekî 'dijberî avûhewayê'' ne têkildarî zêdebûna bihayê sotemeniyê bû.

Di nav tevgerê de bi taybetî ji çîna halnexirab (navîn) mirov gelek hebûn, di nav tevgerê de mirovên çepgir û rastgir jî hene û ji hemû ramanên cuda yên siyasî yên welêt mirov xwe di nav de dibînin.
Sibehî Qutik Kesk li Parîsê xwe ji bo çalakiyeke mezin hazir dikirin. Di serî de partiya çepgir a bi navê Fransaya Sernetewîn (FI) a bi pêşngiya Jean- Luc Mêlenchon, gelek sendîka destekê didin çalakiyê.
Herî dawî Çarşemê ankêtek hate kirin û hate tespîtkirin ku 84 ji 100'î yê raya giştî destekê didin Qutikkeskan, xwendekarên zanîngehan û yên lîseyê jî wê tevlê çalakiyan bibin.


HELWEST NE LI DIJÎ SOTEMENIYÊ LI DIJÎ HEMÛ POLÎTÎKAYÊN SOSYA-EKONOMÎK E

Destpêkê Qutikkes li dijî zêdebûna bihayê sotemeniyê rabûn, ku hikûmet ji bo ku germbûna global kêm bibe ev biryar standibû, ji bo vê jî Qutikkes destpêkê bi rengê ''dijminê ekolojiyê' û komeke 'li xwe ya'' hatin binavkirin.

Lê piştî bi heftiyan diyar bû ku çalakgera bêhtir ji çîna halnexirab tên, ku li ser siberojê mitaleyan dikin û polîtîkayên hikûmetê yên bacê û ewlehiya sosyal li ser pişta wan bûye barekî giran. Daxuyananiyên ku çalakgeran hem li ser medyaya civakî û hem jî li ser medyayê dane jî derxiste holê ku mesele ne tenê ew e ku hin xebatkar nikarin sotemeniyê ji bo wesayitên xwe yên şexsî bistînin.
Çalakger ji dadmendbûna mehmizê bigirin heta ji bacan ta bi mafê sosyal, ji lêçûna çûnûhatinê bigirin heta bi bihayê sotemeniyê û mafê koçberan, dixwazin mafên ku bi salan e hatine desteserkirin, were bidawîkirin.

DAXWAZ EW MAF IN KU BI DEHAN SALAN IN HATINE DESTESERKIRIN

Duh Qutikkeskeskan bi berfirehî daxwazên xwe ragihandin. Dema ku mirov li daxwazan dimeyzîne weke rabûna li dijî polîtîkayên hikûmetên van salên dawî ye. Ji ber ku daxwazên ku çalakgeran bi raya giştî re par ve kirin gelek in.

Mînak ev daxwazên wan hene ku têkilî bi dehan milyon kes in: Mehmiz herî kêm ku niha li derdora 1800 euroyî ye divê bibe 3000 temenê malnişînbûnê ku niha 62 ye divê bibe 60; mehmiza herî kêm a karmendê malnişinbûyî divê bibe 2000 euro; zêdebûna mehmizê divê endeksî rêjeya enflasyonê be; divê qetîtkên bacê werin zêdekirin û baca li ser karkeran dadmen bibe.

Qutikkesk dixwazin baca li ser şîrketên mîna Google, Amazon, Mc Donalds werin zêdekirin, baca li ser şîrketên biçûk û navîn were kêmkirin.

.