Qeşa li Hîmalayan dihele; wê bandorê li 800 milyon mirovî bike
Tê gotin bi zêdebûna germbûna global re, qeşaya li Hîmalayan her ku diçe dihele û heke ev wiha bidome wê bandoreke rasterast li jiyana bi milyonan mirovên li Asyayê bike.
Tê gotin bi zêdebûna germbûna global re, qeşaya li Hîmalayan her ku diçe dihele û heke ev wiha bidome wê bandoreke rasterast li jiyana bi milyonan mirovên li Asyayê bike.
Di xebata bi pêşengiya Joshua Maurer de, ku yek ji lêkolînerê Zanîngeha Columbiya ya New Yorkê ye, beşên li Çîn, Nepal, Hindîsan û Butanê yên Çiyayên Hîmalaya hate şopandin. Xebata li ser wêneyên peykî yên îstîxbarata Emerîka ya van 50 salên dawî di kovara Scîence Advances de weşiya.
Li gorî lêkolînê çarek ji qeşaya Hîmalayan, ku mîna ''banê dinê'' tê navandin, vî 50 salê dawî heliyaye. Bi ser de, van salên dawî qeşa zûtir dihelin. Li gorî lêkolînê ji 2000'î û vir ve qeşayên Hîmalaya her sal bi giştî bi qasî 43 santîmî dihelin, deh salên beriya vê bi giştî ev bi qasî 20 santîmî bû.
GERMAHÎ BI GIŞTÎ VAN 20 SALÊN DAWÎ PÎLEYEKÊ ZÊDE BÛ
Tê gotin sedema vê jî ew e ku li Hîmalayan germahî bi giştî zêde dibe. Li gorî germbûna giştî ya salên 2000'yî yên li Hîmalayan, bi kêmanî pîleyekê ji germbûna giştî ya salÊn 1970-2000'î zêdetir e.
Li gorî xebatê, ku li 650 wêneyên peykî yên Hîmalaya hatiye nerîn, qeşaya ku hê neheliyayî bi qasî 600 milyar tonî ye. Lê li gorî daneyên xebatên din, ev encam tenê texmînek e.
LI JÊRÊ ZÊDETIR DIHELE
Li gorî lêkolînê li Hîmalaya qeşa bêhtir li aliyên jêrê dihele. Salê bi giştî 43 santîmî qeşa dihele lê li aliyên jêrê ku germa zêdetir e, ev heta bi 5 metroyan diçe. Li gorî lêkolînê her çendî qeşaya li Hîmalayan li gorî yên Çiyayên Alpê kêmtir be jî, bi giştî bi ser rewşa wê ve diçe.
WÊ BANDORÊ LI JIYANA 800 MILYON MIROV BIKE
Di lêkolînê de her wiha hate destnîşankirin, ev ê bandorê rasterast li jiyana bi milyonan mirov bike ku ava qeşayê bi kar tînin. Di lêkolînê de hate gotin halê hazir 800 milyon mirov, rasterast ava ji çiyayên Hîmalayê ji bo çandiniyê, ji bo vexwarinê bi kar tînin. Di lêkolînê de hate gotin, ''Heke qeşa wiha bihelin, qebereya ava ku dihele jî wê kêm bibe.''
WÊ ZIWABÛNÊ BI XWE RE BÎNE
Tê gotin bi helandina qeşayê re gelek li gelek herêman wê lehî rabin û bandorê li jiyanê bikin. Lê tê gotin ji bo maweyeke kurt ji ber helandinên ku wê bibin sedema lehiyan rûberka qeşayê wê zirav bibe û ji bo maweyeke dirêj ava ku ji van deran wê biherike jî, wê kêm bibe.
Di encama vê de talokeya ziwabûnê dibe ku derkeve û bandorê li jiyana bi sedan milyon mirov bike.
Ava ku ji Çiyayên Hîmalaya diherike bi tena serê xwe ava 9 çemên Asyayê têr dike. Ev çem jî ji herêmên wiha derbas dibin ku ji 1 milyarî zêdetir mirov lê dijîn.