Qerebax: Yê li dijî me şer dike Azerbaycan nîne, Tirkiye ye

Herêma Qerebaxê ku Azerbaycanê şer li dij ragihandiye, diyar kir ku balafirên şer, helîkopterên şer ên Tirk û çete li dijî wan tên bikaranîn.

Li gorî daxuyaniya Serokkomarê Qerebaxê, "Yê li Qerebaxê şer dike Azerbaycan nîne, Tirkiye ye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Helîkopterên Tirk, balafirên F-16 ên Tirk, yekîneyên leşkerî û leşkeren bi pereyan şer dikin ên ji welatên cuda hatine komkirin, li dijî wan şer dikin."

TIRKIYEYÊ 4 HEZAR ÇETE ŞAND!

Rojnameya Armenewsê bi agahiyên servîsên îstîxbaratê ragihand ku dewleta Tirk derdora 4 hezar çete ji Sûriyeyê şandiye Azerbaycanê.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku 81 ji van çeteyan di şerê dijî Qerebaxê de hatine kuştin.

Şer roja Yekşemê piştî ku Azerbaycanê li Qerebaxê dest bi operasyoneke berfireh kir, dest pê kir. Artêşa Azerbaycanê bombe li paytexta Qerebaxê barand.

QALA BI SEDAN MIROVÊN HATINE KUŞTIN TÊ KIRIN

Li gorî Bakuyê di nava 24 saetên dawî de 550 leşkerên Ermen hatine kuştin. Rêveberiya Erîvanê jî ragihand ku zêdeyî 200 leşkerên Azerî hatine kuştin. Zehmet e ku agahiyên her du aliyan ji aliyê çavkaniyên cuda ve bên piştrastkirin.

Wezareta Parastinê ya Qerebaxê qebûl kir ku li aliyê wan 32 leşker hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê jî diyar kir ku 4 helîkopter, 27 drone û 33 tank û mîtralyoz hatine îmhakirin.

Aliyê Ermen ragihand ku ji ber bombardûmana Azerbaycanê sivîlan jiyana xwe ji dest dane ku yek ji wan zarok e, yek jî jineke.