Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Kanadayê ji xistina balafira Ûkraynayê, DYE jî tawanbar kir

Serokwezîrê Kanadayê Justîn Trudeau derbarê balafira rêwiyan ku artêşa Îranê 8'ê Çile 'bi şaşîtî' anî xwarê, DYE jî 'tawanbar' kir.

Truedau got, heke rageşiyên ku Washîngton jî jê berpirs e nebûna, wê qezaya ku bûyî sedema mirina 176 kes pêk nehata.

Trudeau ku ji qenala televizyonê Global re axivî, amaje pê kir ku 57 kesên ku di bobelata balafirê de mirin welatiyên Kanadayê bûn û got, "Ez bawer dikim heke rageşiyên li herêmê geş nebûna, ev Kanadayî vê gavê wê li gel malbatên xwe bûna."

Rayedarên Îranî Şemiyê daxuyanî dabûn û qebûl kiribûn, ku balafir 'bi şaşîtî' dane erdê û Tehranê ji vê dramê 'maceraparêziya Emerîkî' berpirs dîtibû.

Serokwezîrê Kanadayê Trudeau Şemiyê li Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî geriyabû, jê xwestibû bûyerê ji her alî ve ronî bike û dayina tazmînatê ya ji bo malbatan jî di nav de xwe bide ber hemû berpirsyariyan.