Qawisnî: Misir wê berjewendiyên xwe yên herêmî biparêze

Alîkarê berê yê Wezîrê Karê Derve yê Misrê Sefîr Ehmed El Qawisnî têkilî hevdîtinên Misir-Tirkiyê got Misir bi her hawî wê berjewendiyên xwe biparêze.


Piştî 8 salan ji bo çareserkirina pirsên di navbeyna Misir û Tirkiyê de hevdîtinan dest pê kir. Ji bo çareseriya pirsên ji ber Tirkiyê, hevdîtinan du rojan dom kir .Piştî hevdîtina di navbeyna 5-6'ê Gulanê de du welatan daxuyaniya hevpar da.

Alîkarê berê yê Wezarî Karê Derve yê Misrê, Sefîr Ehmed El Qawisnî têkilî hevdîtina du rojan û daxuyaniya hevpar axivî.

Qawisnî got Tirkiyê fêhm kiriye bi dijminatiya bi Misrê re ji krîzê pê ve tiştek bi dest nakeve, ji bo têkiliyên xwe bi Misrê re xweş bike ev hevdîtin çêdibin. Qawisnî têkilî daxuyaniya piştî hevdîtina du rojan, Qawisnî got, Misrê aşkere kir ku ew li dijî destwerdana Tirkiyê ya li ser Libya, Sûriye û Iraqê ne.

Qawisnî diyar kir di hevdîtinên dîplomatîk de ku li avaiya Wezareta Karê Derve ya Misrê pêk hatiye, nakokî di nav du aliayna de hene û ji bo çareseriyê herdu alî daxwazên xwe gotine. Qawisnî got, ''Herdu alî li ser xalên bi nakokî axivîn, her du aliyan mijarên hevpar û mijarên herêmî gotûbêj kirin. Ji daxuyaniyê diayr dibe Misir hebûna Tirkiyê ya li Libya, Sûriyê û Iraqê qebûl nake. Di hevdîtinan de mijara Deryaya Rojhilata jî hate nîqaşkirin.''

Ehmed El Qawisnî diyar kir di hevdîtinan de du welat wê fkrên xwe aşkere diyar deynin holê û got, ''Ev rewş helwesta Misrê ya li bara Libya, Sûriye, Iraqê nîşan die. Mijar pi girîng e. Li gel vê, Tirkiye ya ku ketî nav xaka Iraqê, her wiha bi hêza ku şandî ser hin herêmên bakurê Sûriyê derbê lêdixe. Misir vê qebûl nake.''

Qawisnî bi berdewamî diyar kir rayedarên Misrî bi asta bilind di hevdîtinan de cih girtine, nêzîkatiya Misrê bi rengekî zelal hatiye vegotin û ev bandorê li ser têkiliyên stratejîk ên du aliyan dike. Qawisnî got, ''Aşkere ye ku di hevdîtinên Misir-Tirkiyê de neliheviyek heye. Ji daxuyaniyan diyar dibe ev hevdîtin gava pêşî li levhattinê û hevdîtinê pêş me ye.''

Qawisnî got, ''Ji bo lihevkirinê heke daxwazakar bin bêguman ev ê liheviyeke mayinde bîne. Tê dîtin ku Misir li dijî destwerdana li ser Libya, Sûriye û Iraqê ye. Ji ber ku, Misir dema ku têkiliyên stratejîk diparêze damarê Ereb jî bîr nake. Mafê birayên xwe jî diparêze û li dijî destwerdana Tirkiyê ya li dewletên Ereb helwesta xwe diyar dike.''